- Kurdistaniyan û dostên wan li seranserê Ewrûpayê got, dagirkerên Tirk li Efrîna dagirkirî jinan û Kurdan qir dikin. Xwestin ji ber vê yekê berpirsiyar û nexasim jî serokkomarê Tirk Erdogan bê dadgehkirin.
Li ser banga TJK-E’yê li gelek navendên Ewrûpayê û Awustralyayê Kurdistaniyan û dostên wan, bang li saziyên navneteweyî kir da ku hewl bidin ji bo dadgehkirina serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ji ber sûcên dema şer û qirkirina jinan li Efrînê.
Dewleta Tirk 18´ê Adara 2018´an Erfrîn dagir kiribû, lê belê êrişên wê yên talankirin, koçberkirin, qirkirina Kurdan û jinan heta îro jî dewam dikin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê li Elmanya, Swîsre, Fransa, Danîmarka, Qibris û Awustralyayê hatin protestokirin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) 20´ê Sibatê ev çalakiyên hanê organîze kirin. Kurdistaniyan, saziyên wan, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewrûpayê, û çepgirên Elman jî destek dan çalakiyan. Wan ji bo jinên êşkence û destdirêjî li wan bûyî doza edaletê kir û xwest serokkomarê dewleta Tirk Tayyip Erdogan ji ber vê bê dadgehkirin.
Çalakgeran xwest Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî zend û bendan vemale û Konseya Ewrûpayê jî ji ber sûcên dema şerî yên li Efrînê, cezayan li ser dewleta Tirk a dagirker ferz bike.