Çûn bo wulatanî kendaw

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 25 Adar 2022 - 22:12

  • Bo min ewe coreyek le bestiranewey malî narastewxo be dewletî 'Iraq bû û be lay minewe zor qurs û naşayist bû. 

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (118)

Pêwendî nameyî legel Siyasmek Muyîdzade (Kak Sefa).

Ême ew bire parey manganeman deda be Kak Îsma'îl ke berpirsî malî bû  u ewîş ya deynard bo Sazmanî Înqîlabî le Urûpa û yan paşekewtî dekird bo xercî derkewtinman le dahatû da. Bo min ewe coreyek le bestiranewey malî narastewxo be dewletî 'Iraq bû û be lay minewe zor qurs û naşayist bû. Tenanet carêkîş ke be 'îtiraz le hawrêyanim pirsî ême boçî ew pareye werdegrîn? Ême xo lêre hîç xercman nîye. Û ewan meselekeyan legel Mam Celal hêna gorê û tikayan lê kird ême le wergirtinî ew bire pareye terxan ken. Mam Celal gutbûy, êwe wekû pêşmerge û le cilubergî pêşmerge da mîwanî êmen û ewe heqî hemû pêşmergeyek û êweye, eger êstaş hewcêyektan nebê, le rojî mebada bekelktan dê. Nîgeran mebin, helalî helale.

9-Hêndêk basî kobûnewey rêberayetî Sazmanî Înqîlabî le Bekreco û biryarî becêhêştinî Kurdistan binûse. Ew corey ke Îrecî Keşkolî le witwêj legel Şewket  da delê, Eto û Keşkolî duwatir le hawrêyekanî dîketan ewêtan becê hêşt.

Wulam: Katêk duway deselatî tewawî hêze nîzamîyekanî Iran û Sawak be ser herêmî Kurdistan da, îtir hîç derfetî geranewey ew pêşmerganey le Iranewe hatbûn û dirêje dan be xebatî çekdarane nebû û zorbey ewanîş le tek pêşmergey Partî têkel bibûn û yan çûne şarekanî dîkey 'Iraq û lewê xerîkî karu kasbî û jiyanî xoyan bûn, îdî hîwayekîş bo geranewey ême bo Iran bew rêgaye da nebû û debû rêgayekî dîke bidozînewe. Le ser ew binemaye, ew hawrêyaney ke le rabirdû da le Kendaw karyan kirdbû û yan ew hawrêyaney ke hêşta lewê bûn hêndêk raportyan nardbû sebaret be helumerc û ew deretananey le Kendaw hebû (Kuweyt, Qeter, Dubey û Şarice). Boye konfiransî Bekreco bo lêkolînewey ziyatir lemer ew deretanane pêk hat, le seretawe Kak Mirad (hawrrê 'Eta Hesen Axay Keşkolî) narde Dubey û ew lewênderê le pêşda  wek şofêrî taksî û duwaye wek sîmkêşî xanûbere destî be kar kirdin kird û be nardinî hêndêk raport basî deretanî baş û lebarî wênderêy hêna gorê. Ême bernameman ewe bû hemûman bere bere û nek be carêk û le şwênî ciyawazewe bigerêynewe Iran. Bo ew mebeste le seretawe debû dewreyekî "gorînî nasêne" tê perênîn wate be kar kirdin le karga û fabrîkan û pêwend legel kirêkaran bitwanîn hem pîşeyek fêr bîn û hem nasêneman bigorîn û bituwanîn wek ew kirêkaraney ke berdewam le Iranewe dehatin û lewê karyan dekird û hat u çûyan hebû wekû kirêkarêk bigerêynewe Iran. Webîrm naye 'Elî Sadiqî û Siyaweşî Parsanejad çûne kwê, webzanim bo hêndêk karekanî sazman û xo amade kirdin bo geranewe bo Iran, çûnewe Urûpa ke duway maweyek Siyaweş çuwewe Iran û lewê gîra û wutuwêjî têlêvîzyonî kird û azad kira. Belam 'Elî Sadiqî (Kak Îbrahîm) le rêgay Efxanistanewe gerawe Iran û le sinûr gîra û sal û nîwêk bergey tundtirîn eşkencey girt, belam çokî daneda û duway şoriş legel zîndanîyekanî dîke, le zîndan azad bû.

Emnîş legel Kuruş Laşayî û Xusrew Sefayî çûyne Kuweyt û lewêwe be linc (lotke) çûyne Dubey û be yarmetî 'Eta Hesen axay Keşkolî le Şarice xanûyekman bekrê girt û emin le ber pêşîney kar kirdnim le fabrîkêkî gewre da wekû tiraşkar dest be kar bûm û duwatir Laşayîşim hêna ewê ke le beşî tuwandnewe feqîre be tenîşt kûrey sûrewe bû, dukturêk be destî karnekirdû û bê ezmûn şorşor areqî derişt û le xo debuwewe. Xusrewî Sefayî maweyek duwatir çuwewe Iran û le 14-î banemerî 1355-î hetawî [4-î Mey 1976]  le têkhelçûnêk da legel Memûranî Sawak şehîd bû. Perwîz Wa'îzzadeş  le têkhelçûnêk da legel memûranî rêjîm le Sermawezî 1355 hetawî (dîsambrî 1976) destî kirdewe û derfetî helatnî hawserî Me'sûmey Tewafçiyan î le şwênî rûdaweke pêk hêna. Maweyek duwatir Me'sûme Tewafçiyan ke pizişk bû legel Mehweşî Casimî (Wefa), Gersîwezî Burûmend û Mihemed Teqî Suleymanî le jêr eşkence da giyanyan bext kird. Ke ew zerbeyş buwe hoy ewey geranewey êmeş ragîrê. Cige le Laşayî nebê ke ewîş le duway Xusrew çûwewwe Iran û gîra û lawazîyekî zorî nîşan da û duway wutuwêjêkî dirkawî tirsenokane 'efû kira û pileyekî berzî le hawkarî legel rêjîm da dest kewt!

Belam Kak Îsma'îl (Îrec Keşkolî) axir kes bû ke bo pêwendî legel ew Iranyaney firokeyan rifandbû û le Iranewe hatbûn û her weha pêwendî legel rêkxirawe Felestînîyekan maweyek le Bexda mawe û duway maweyek gerawe Urûpa. Emin ta katî çûnim bo Dubey le Bexda legel Kak Îsma'îl bûm.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.