CPT dibe hevkarê êşkenceyê

În 3 Sibat 2023 - 03:37

MARTA SOMEK/JINNEWS/STENBOL

 

Endamên Delagasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê ku ji 7 welatî ji 36 kesî pêk dihat di navbera 25-27’ê çile de li Stenbol, Amed û Enqereyê serdan pêk anîn. Di serdanan de mijara sereke tecrîd û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û bandora tecrîdê ya li ser civakê bû. Endamên delegasyonê di 28’ê çile de li Taksîm Hill Otel a Amedê forumek bi mijara ‘tecrîda navneteweyî’ pêk anîn û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan peyama têkoşîna hevpar hat dayîn. 

Yek ji endamên heyeta Stenbolê parêzer Francîsca Perez  derbarê serdanê de û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan axivî.

 

Şert û merc weke êşkencê ne 

Perez da zanîn ku şertên li girtîgeha Îmraliyê li dijî mafê mirovan e û got: “Li dijî mafê mirovan bêrêziyek heye. Şertên heyî weke êşkencê dikarin bên pênasekirin. Hemû welatên endamên NY’ê neçar in li dijî mafê mirovan rêzdar bin. Lê Tirkiye şertên NY’ê nayne cih, peymanên îmze kiriye pêk nayne û NY û welatê girêdayî wê jî ji berpirsyariyê direvin.”

Francîsca Perez destnîşan kir ku CPT di îlona 2022’yan de çûye serdana girtîgeha Îmraliyê û lê tu daxuyanî nedaye û got; “CPT li aliyekî li hemberî xwe birêziyê dike û armanca hebûna xwe nayne cih. Li aliyê din jî dibe hevkarê êşkenceya li Abdullah Ocalan tê kirin. Di serdenan de me gelek dijhiqûqiyên li ser girtiyan guhdarkirin.Em ji rewşa girtiyên jin şert û mercên tê de ne û her wiha ji rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in.”

 

Bandora mekanîzmayên navneteweyî tineye 

Francîsca Perez di mijara tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de da xuyakirin ku hem pergala edeletê ya li Tirkiyeyê û hem jî saziyên navneteweyî  di mijara mafê mirovan û parastina mafên siyasî de erka xwe pêk naynin û mekanîzma bê bandor in û got;“Divê tecrîda li ser Abdullah Oalan bê rakirin û azadiya fîzîkî pêk bê. Divê zor li Tirkiyeyê bê kirin ku rewşa heyî bê guhertin û mijarê bikin rojeva her endamê CPT.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.