- Îsal Kurd û dostên wan ê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê veguherînin “Roja Kitêbên Ocalan”. Organîzator plan dikin ku li bêhtirî 100 bajaran di heman rojê de çalakiyan bikin.
Tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan, kete rojeva Parlamena Norwêcê. Di pêşnûmeyekê de ji CPT´yê hate xwestin ku rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê eşkere bike. Li aliyê din amadekarî tên kirin ji bo “Roja Kitêbên Ocalan”, û çav li rê ye li bêhtirî sed navendî çalakî bên kirin.
Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li girava Îmraliyê zindankirî ne, hatiye girankirin û şidandin. Ji 25 Nîsana 2021´ê ve bi ti awayî ji Rêber Abdullah Ocalan ti agahî nehatiye wergirtin. Hingê jî peywendiyeke telefonê ya 4-5 deqîqeyan bû. Yanî em behsa tecrîdeke mutleq li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên pê re Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar dikin. Tevî ku Rêxistina Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT) bi heyetekê par Îlonê çû girava Îmraliyê jî, derbarê vê serdanê de ti rapor neweşandin. Niha ev tecrîda mutleq ya neinsanî, kete rojeva parlamena Norwêcê.
Ji hikûmetê xwest mijarê bişopîne
Parlamenterê Partiya Çep a Sosyalîst a Norwêcê Andreas Sjalg Unneland li ser mijarê pêşnûma pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve kir.
Di pêşnûmayê de serdana CPT´yê ya li Îmraliyê hate bibîrxistin û hate gotin ku rapora li ser mijdarê hîn nehatiye weşandin.
Parlamenter Unneland ji Wezareta Karên Derve pirsî ka ew ê vê mijarê bişopîne yan na!
CPT ji bo xatirê Tirkiyeyê rapora xwe parve nake
Di dewama pêşnûmayê de hate gotin, "CPT bi rêya serdanan hewl dide pêşî li êşkenceyê û miameleya piçûkxistinê û cezayan bigire. Piştî serdanan jî raporan parve dike. CPT, ji bo ku zirar negihîje têkiliyên dîplomatîk ên bi Tirkiyeyê re, têkildarî serdana dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê, rapora xwe parve nake."
Di pêşnûmayê de raporên CPT´yê yên beriya niha jî hatin bibîrxistin ku di wan de fikarên li ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê hatibûn parvekirin û hate gotin, "Lê belê ji ber ku Tirkiye îtiraz dike, rapor nayê weşandin. Bûye 2 sal û nîv agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin."
Di dewama pêşnûmayê de hate ragihandin ku li gel bangên HEDEP, parastvanên mafên mirovan, parêzeran, siyasetmedaran û çalakiyan jî CPT´yê hîna jî rapora xwe parve nekiriye.
Parlamenter Unneland anî ziman ku ji ber CPT rapora xwe parve nake, agahî ji Ocalan û mafê wî nayê wergirtin.
Ji bo misogerkirina mafên girtiyan û parastina îmaja CPT´yê, parlamenter Andreas Sjalg Unneland xwest ku CPT rapora xwe êdî biweşîne.
Roja kitêbên Ocalan
Weke beşek ji hemleya Azadî ji Abdullah Ocalan re Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re “Roja kitêbên Ocalan” a cîhanî tê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li gelek navendên dinyayê wê Di Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de yanî 10´ê Kanûnê çalakiyên cihê bên organîzekirin: Dezgehên ji bo kitêbên Ocalan, xwendinên ji kitêbên Ocalan ên Online û rûbirû, diyarîkirinakirina kitêbên Ocalan (li Pirtûkxaneyan, akademîsyenan û wekî din). Di van çalakiyan de wê dostên Kurdan jî amade bin. Armanca organîzatoran ew e ku li bêhtirî 150 cihan van çalakiyan organîze bikin. Şîara Roja Kitêbên Ocalan jî wiha ye: Fikrên ku ji derabeyên hesinî bihurîn - Hûn nikarin fikran heps bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN