Cotkarên Şengalê bêzar in

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 4 Hezîran 2024 - 00:08

ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Kêmiya baranê û biryara hikûmetê ji bo wergirtina berhemên ceh û genimê Şengalê bûye sedem ku cotkar rastî zerereke mezin werin. Cotkarê Şengalî Nûrî Herûş da zanîn hikûmeta navendî piraniya berhemên wan nakire û ew jî neçar dibin bi mesrefeke zêde berhemên xwe li derveyî Şengalê bifiroşin.

Şengal ku yek ji herêmên herî girîng e di aliyê çandiniyê de, salan e bi hezaran donim zevî ceh û genim lê tê çandin. Piraniya xelkê Şengalê li ser berhemên çandiniyê debara jiyana xwe dikin. Tevî ku li Saziya Çandiniyê ya bi ser hikûmeta Iraqê ve li Şengalê zêdetirî ji hezar cotkarî navên xwe qeyd kirine lê ji aliyê hikûmetê ve ti alîkarî ji wan re nayê kirin.

Îsal ji ber kêmiya baranê berhemên ce û genim li gor salên din kêmtir e. Ev jî dibe sedem ku cotkar xisarê bikin. Derdê xisaretê û kêm aviyê li milekî, li aliyê din cotkar nizanin heya kengî wê hikûmet berhemên wan ji werbigire. Ev jî bûye sedem ku xelkê Şengalê lez daye hilgirtina berhemên xwe ji bo karibin bifiroşin hikûmetê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.