Ciwanan meclisa xwe ya rêveber hilbijart
În 26 Tebax 2022 - 22:18
- Kongre bi dirûşmeya,“ Rêxistinkirina Ciwanên Êzîdî wê bibe tolgirtina 74 fermanan û misogerkirina xweseriya Şengalê” hat lidardixistin.
Kongreya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) ya 3´yan pêr li bajarokê Sinûnê ya Şengal bi beşdariya 300 delege û 200 mêhvanan, bi hilbijartina meclisa rêveber û eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.
Kongre bi dirûşmeya,“ Rêxistinkirina Ciwanên Êzîdî wê bibe tolgirtina 74 fermanan û misogerkirina xweseriya Şengalê” hat lidardixistin. Kongre bi erêkirina rêziknameya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û hilbijartina 20 endamên Meclîsa Rêveber bi dawî bû.
Di rêziknameyê de ala Yekitiya Cawanên Êzîdî ku ji zemîna sor, baz, çiya û Rojê pêk tê, careke din hate erêkirin.
Navê Yekîtiya Ciwanên Êzîdî jî wek Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê hate erêkirin ku navê wê yê kurt YCÊ ye.
Endamên meclisa rêveber a YCÊ´yê ji aliyê delegeyan ve hatin hilbijartin û wan piştre bi bîr û baweriyên Êzdayetiyê sond xwar. Kongre bi gêrandina govendê bi dawî bû.
Encamnameya kongreyê bi awayekî nivîskî hate weşandin û tê de 9 xisûs hatine diyarkirin. Ji van yên sereke ev in:
* Yekitya Ciwanên Êzîdxanê azadiya fiziki ya Rêber Apo dixe navenda têkoşîn û xebatên xwe. Bi hêz û dînamîzma ciwantiyê kar û xebatan dike di çarçoveya hemleya “werin cenga azadiyê” de.
* Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi pêşengiya ciwanên Êzîdî konfranseke li ser asta Iraqê wê bê birêxistinkirin.
* YCÊ li ser esasê pûçkirina polîtîkayên dijmin li ser xaka Şengalê xwe berpirsyar dibîne.
* Ji bo ku peymana 9’ê Cotmehê pûç bibe û xiyaneta PDK’ê bişkîne.
* Li diji pîlana dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên valakirina Şengalê, xebatên vegera gel li Şengalê wê bên meşandin.
ROJNEWS / ŞENGAL