Ciwan tevlî nav refan bûn

Sêşem 23 Mijdar 2021 - 23:12

  • Ciwanên ji Bakurê Kurdistanê ragihandin ku ew tevlî nav refên PKK’ê bûne û gotin, “Her ciwan divê li ser bingeha gerîlabûnê tevlî nava refên têkoşîna şoreşgerî bibe.” 

Ciwanên ji Bakurê Kurdistanê ragihandin ku ew tevlî nav refên PKK’ê bûne û gotin, “Her ciwan divê li ser bingeha gerîlabûnê tevlî nava refên têkoşîna şoreşgerî bibe.” 

Ciwan bi coş û moraleke mezin berê xwe didin nava refên PKK’ê.

Ciwanên ji Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî nava refên PKK’ê bûne.

Ciwanan diyar kir ku ew ê dewleta Tirk têk bibin û bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan kir da ku berê xwe bidin çiyayên azad.

Di daxuyaniya ciwanan de hate gotin, “Tecrîda giran a dewleta Tirk a faşîst a li ser Rêberê me, êrişên qirker komkujer ên li ser gelê Kurd û êrişên bi rêbazên li derveyî mirovahiyê yên li ser gerîlayan, em ciwanên Kurdistanê radigihînin ku tevlî nava refên têkoşîna PKK’ê dibin. Heta ku dewleta Tirk a faşîst hilweşînin, em ê di pêngavên azadiyê yên şoreşgerî yên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de şer bikin. Divê her ciwan bi rengekî xurt tevlî nava refên têkoşîna şoreşgerî bibe. Li ser bingeha gerîlabûnê tevlî bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em radigihînin ku li dora ruhê berxwedanê yê Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê yên gerîla de em ê Têkoşîna Şoreşgerî ya Kurdistanê bi ser bixînin, rejîma dewleta Tirk a faşîst têk bibin. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ‘Werin Cenga Azadiyê’, li çiyayên Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna şoreşgerî ya PKK’ê bibin.” 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.