Ciwan ji Başûr bi komî reviyane

În 6 Çile 2023 - 00:03

Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane Herêma Kurdistanê ku ofîsa wê ya sereke li navçeya Ranyayê ye, daneyên li ser koça welatiyan a di navbera salên 2014-2022’yan de belavkir.

 

135 hezar û 700 kes koçber bûne

Li gorî daneyan, di nava heşt salan de 135 hezar û 700 kesan ji Herêma Kurdistanê koçî derveyî welat kirine. Ji wan 366 kesan di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ji bilê wan jî hejmarek zêde winda ne û heta niha hejmara kesên winda li berdest nine.

 

Bêkarî sedema sereke ya koçberiyê ye

Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane Herêma Kurdistanê Ebubekir Elî derbarê mijarê de axivî û got; “Sedemê sereke yê koçberiyê û venegerîna ciwanan a Herêma Kurdistanê ew e ku bêdadiyek zêde, bêkarî û nebûna derfetên kar heye. Her wiha ti hêviyek zelal ji siberojê tine ye. Van sedeman wisa kiriye ku yekane rê koçkirin be û bikevin ser rêya çûnû nehatinê. Gelek caran ew rê bi mirina mirovan bidawî dibe.”

 

Di sala 2021’ê de 151 kes bûne qurbanî

Ebubekir Elî da zanîn tenê di nava sala 2021’an de 151 welatiyên Herêmê ku piraniya wan ciwan bûn, di rêya koçberiyê de bûn qurbanî. Hîna cenazeyê piraniya wan kesan nehatine dîtin ku ji wan 41 kes xelkê devera Raperînin.

Di salên derbasbûyî de jî bi hezaran kes li derveyî Kurdistanê vegeriyane Herêma Kurdistanê. Derbarê vê yekê de jî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Penaberên ji Ewropa Vegeriyane Serdar Ebdullah jî axivî û got: “Di navbera salên 2011-2014’an de bi rêya rêxistinên navneteweyî 37 hezar kes vegeriyane Herêma Kurdistanê ku di wan salan de rewşa aborî ya Herêmê gelek baş bû.”

 

Ji sala 2014’an ve koçberiyê dîsa destpêkir

Serdar Ebdullah da zanîn ku ji ber rewşa xirab a darayî û pirsgirêkên ku bi salane ketine serhev ji sala 2014’an ve dubare koçberiyê destpêkir. 

Serdar got, “Ji wê demê ve hejmarek zêde ya welatiyan berê xwe didin derveyî welat û kêm kes vedigerin. Yên vedigerin jî ji ber vê rewşa xirab ya heyî ku yasa ne serwer e û her wiha rewşek xirab a aborî û xizmetguzariyê, ji aliyê derûnî ve ne rehet in.”

ROJNEWS/RANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.