Ciwan dimeşin

yekşem 6 îlonê 2020 - 16:03

  • Ciwanên Kurd û enternasyonalîst meşa xwe ya dirêj dewam dikin û îro di roja sisiyan de ne.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst meşa xwe ya dirêj dewam dikin û îro di roja sisiyan de ne. Ciwan weke rêûresmekê ji bo azadiya Rêber Apo dimeşin û bêbextiya navneteweyî şermezar dikin.
Ciwanên Kurd doh serê sibehê li bajarê Hannover ê Elmanyayê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.
Ji Elmanya, Franse, Awûstûrya, Swêd, Hollanda, Spanya, Îngilistan û Swîsreyê derdora 250 ciwan tevlî meşê bûne. Meş bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan" tê lidarxistin.
Çalakî li Hannoverê li taxa Steîntorê dest pê kir ku Halîm Dener lê hatibû kuştin. Çalakvan roja destpêkê bi 20 kîlometreyan meşiyan.
Meşvanan êlegên kesk, sor û zer li xwe kirine, ku li pêş êleg gotina 'Dawî wê bi heybet be' ku peyva fermandarê berxwedana xwerêveberiyê ya Sûrê Çiyager bû, li pişt jî nivîsa 'Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan' hatiye nivîsandin.
Polîsê Elman her cure sloganên der barê Rêber Apo û alên PKK qedexe kir, lê tevî vê jî ciwanan guh nedan qedexeyan û bi dengê bilind bi gotina sloganan dest bi meşa xwe kirin.
Ciwanên doh ji Lehrteyê heta bi Celleyê meşiyan di roja sisiyan a meşê de wê ji Celle heta bi Unterlussê 35 kilometroyan bimeşin.
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.