Civîna bilind a cîranên Iraqê
Şemî 28 Tebax 2021 - 01:20
Çav li rê ye îro li paytexta Iraqê Bexdayê, civîna bilind a welatên cîran pêk bê. Di civînê de wê biryar li ser dawîanîna li dagirkeriya dewleta Tirk jî were dayîn.
Iraqê bi awayekî fermî Tirkiye, Kuwêt, Îran, Siudî û Urdûn vexwendine civînê.
Lê tê payîn Fransa û Misir jî tevlî civînê bibin. Jixwe, serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diçe Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî. Civaka Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) bi vê minasebetê bang li Macron kiribû ku doza Kurdan ji bîr neke. CDK-F´ê gotibû, Kurdan û xasma PKK´ê zora DAIŞ´ê birine û ji ber vê Fransa û dinya hemû deyndarê wan e.
NAVENDA NÛÇEYAN