- Gelek caran bandor û tesîra wêneyên reş û spî ji yên bi reng zêdetir in.
Gelek caran bandor û tesîra wêneyên reş û spî ji yên bi reng zêdetir in. Li dinyayê gelek wênegirên baş hene ku tenê wêneyên reş û spî digirin û ew her tim dixwazin bi van wêneyan derkevin pêş. Ji bo wêneyên monokrom yanî yên gewrik her sal gelek pêşbirk jî tên lidaristin û wênegir wêneyên xwe dişînin van pêşbirkan.
Wêneyê bi navê ““Cheetah with cubs” (Çîta tevî têjikên xwe) yê Johan Willems di pêşbirka wêneyên monokrom de wêneyê herî serketî yê salê hatiye hilbijartin. Di wêneyê Willems de de Çîtayek tevî têjikên xwe li serê girekî ango di nav pûş de sekinîne û bêhna xwe vedidin. Diya wan divê têjikên xwe têr bike û wan xwedî bike. Çîta bi guman li pêşiya xwe dinihêre…
NAVENDA NÛÇEYAN