CIS biryarî da be Kurdî rojname bilaw katewe

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 29 Nîsan 2022 - 22:27

  • Hawrê Baqir kitêbî "Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan" be bê duwan legel êwe kemukûrî debê.

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(122)

Wutuwêjî nameyî legel hawrê Baqir Murtezewî Xusrewşahî

Hawrê Baqir kitêbî "Sazmanî Înqîlabî û Kurdistan" be bê duwan legel êwe kemukûrî debê. Sipasit dekem ta ew cêyey le destit dê wulamî em pirsyaraney xuwarewe binûsîyewe.

1-Tikaye be kurtî basî pile û helkewtî xot le Sazmanî Înqîlabî da binûse.

Wulam: Emin wek cewananî şurişgêr û serheldawî ew serubendî, le salî 1969 da hatme Alman, çûme naw rêkxistinî "Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûdey Iran" û ta salî 1984 tewaw wext û be şêwey pîşeyî le xizmet ew sazmane da bûm. Heta bilêy pêwey girêdirabûm û xoşm dewîst. Emnîş wek ewanîdî ne cîre û mewacbêkim le rêkxistin werdegirt û ne tenanet xerc û têçûy seferekanim ke bo raperandinî karekan demkird. Leber ew berpirsyarîyey ke hembû, zor seferim dekird. Zor car çûme Emrîka, Îtalya, Feranse û Turkya û Swêd û zor cêy dîke. Legel însanî gewre nasyawîm peyda kird ke hêndêkyan êsta le naw ême danîn, belam hemîşe le dilî min dan û le bîryan nakem. Le hal û hewayekî awa da legel jimareyek le endaman û kadrekanî Sazmanî Înqîlabî aşna bûm û pêwendîm damezrand ke hêndêkyan her ew demî û hêndêkî dîkeyan duwatir zanîm le rêberan û kadre balakanî sazmanî ême bûn. Û ewe bo min lebextan bû ke legel hêndêk lewan be salan karî teşkîlatîm hebê.

Le duway let bûn û çend berekî pêk hatin le Konfêdrasyonî xwêndkaranî Iranî le salî 1975 layengiranî Sazmanî Înqîlabî hewlyan da bo dirêjedan be xebatî hawbeş belam ew hewlane hîçî lê şîn nebû û be naçarî be tenê le fikrî pêkhênanî kongirey 17hemî Konfêdrasyon kewtin. Ew kongireye le 27 ta 30 Decemberî salî 1976 le şarî Hamburg bestira û nawî kongirey 17hemî Konfêdrasyonî cîhanî qutabyan û xuwêndkaranî Iranî bû. Lew kongireye da pênc kes wek endamanî heyetî debîran helbijêrdiran. Minîş yekêk le wan bûm ke wekû debîrî karubarî lemer netewayetiyan le Konfêdrasyonî Cîhanî da destim be karekem kird. Le jiyanî konfêdrasyon da ewe carî yekem bû kesêk wek debîrî karubarî netewayetîyan heldebjêrdira. Ew kare yek le rûdawe girîngekanî ew serubendî bû, nek leber ewey ke ême babetî meseley neteweyîman hênabuwe gorê, belkû leber ewey meseley neteweyî û bas û gengeşe lew bareyewe dawxuwazî zorbey endamanî Konfêdrasyon, be taybetî endamî Azerbaycanî ew teşkîlate bû. Ew kirdewe û destipişxerîyey ême buwe hoy ewe ke pêgey Sazmanî Înqîlabî le naw bizûtnewey xwêndkaran le derewey wulat be xêrayî pere bistênê, be şêweyek ke be tenyayî twanîman bibîn be yekêk le gewretirîn komele xwêndkarîyekan le henderan. Meseley neteweyî û netewekan le Iran babetêkî emro û dwênêy ew wulate nîye û pêm wa nîye be hasanî û be rahetî cê be cê bikrê. Madam ke nezanî û naagayî hakim bê û xelik û rêkxirawe siyasîyekan dest le berçawtengî û pêşdawerî helnegrin û be tenîşt yekewe le aştî û derbirdin da danenîşn û mil bo dêmokrasî û azadî danenewênin, sereroyî û dîktatorî û totalîtarîsm le Iran tewaw nabê û her hukûmetêkî nawendî serero deselatî be, destewe debê û sereroyî wek pêşû berdewam debê.

2-Be dem pêwendî Sazmanî Înqîlabî legel bizûtnewey netewey Kurd le Rojhelat û Başûrî Kurdistan, layengiran û endamanî Sazmanî Înqîlabî le çuwarçêwey bizûtnewey xuwêndkarî Konfêdrasyon le henderan çi core çalakîyekyan dekird? Wa bizanim yek lew kare nedîtrawane çap û bilawkirdnewey rojnameyek bû be zimanî Kurdî be nawî "Çuwarçra".  Ew bilawkraweye le çi salêk dest be bilawkranewey kira û çend jimarey lê bilaw kirayewe, û wek organî kameyek le organekanî Konfêdrasyon bilaw dekrawe. Tikaye eger dekrê hêndêk sebaret be nawerokî ew rojnameye binûse. Gelo babetekanî endamanî bizûtnewey xuwêndkarî amadeyan dekird, yan nûsînekan ew şitane bûn ke ew dostaney ke Kurdîyan dezanî le Farsîyewe weryan degêrra?

Wulam: Le serewe nûsîm ke le salî 1976 kongirey 17-î CIS le Hamburg pêk hat û Sazmanî Înqîlabî biryarî da beşêk le çalakîyekanî Konfêdrasyon terxan bika bo meseley netewayetîyekan le Iran. Be pêy ew biryare emin wek berpirsî karubarî netewayetîyekanî Konfêdrasyon helbijêrdram.

Babetî basî netewayetîyekan le Konfêdrasyon da babetêkî taze bû ke beşêkî gewre le Azerbaycanîyekan û netewayetîyekanî dîkey Iran pêyewe xerîk bûn. Webîrm dê ew demî yekêk le layengiranî cebhey mîlî Iran be nawî Xusrew Şakirî (M.Makan) namîlkeyekî bilaw kirdbuwewe be nawî "Efsaney Gelanî Iran" ke ewe buwe hoy protêst û yan ba bilêyn  tûreyî zor le xuwêndkaranî layengirî Sazmanî Înqîlabî Hîzbî Tûdey Iran û bas û gengeşeyekî berbilawî le bizûtnewey derewey wulat wirûjand. 

Dirêjey heye ...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.