‘Çîrokên Gulê’ ji bo zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 6 Gulan 2021 - 04:30

Kerem Tekoglû yan jî Keremo ji bo zarokan rêzepirtûkên bi navê ‘Çîrokên Gulê’ nivîsî. Ji ANF’ê  Zeynep Kuray pê re peyiviye. 

Keremo ya rastî derhênerê belgefilman e. Wî belgefilmên “Qulingê Birîndar”, “Dîno” û “Humanîst” jî di nav de gelek belgefilm çêkirine. Wî niha jî ji bo zarokan rêzepirtûkên bi Kurdî yên bi navê “Çîrokên Gulê” dan weşanê. Di rêzepirtûkê 20 pirtûkên bi Kurmancî û Kirmanckî hene. 

Keremo li ser tehlûkeya li ser Kurdî dipeyive û dibêje, “Bi taybetî Kirmanckî di rewşeke zehmet de ye. Heger bi vî rengî dewam bike, dibe ku piştî nifşekî din tine bibe. Dema ku li ser vê metirsiyê difikirîm, min bawer kir ku ev kar tenê bi belgefilman yan jî filmekê nabe, divê projeyeke nivîskî be. Ji ber ku demeke dirêj e şanoyên ji bo zarokan dinivîsînim û bi rê ve dibim, min biryar da ku rêzepirtûkan amade bikim.”

Tenê bi zarokan dewam dike

Keremo dibêje, ziman tenê li nav zarokan dikare dewam bike: “Heger em karibin zimanê dayikê hînî zarokên xwe bikin, kêm jî be wê zimanê me ji tehlûkeya tinebûnê rizgar bibe û em ê wî bi pêş ve bibin. Ji bo Kurdî bi temamî ji tehlûkeya nemanê rizgar bibe, divê bibe zimanê perwerdeyê.”
Keremo bi bîr dixe ku asîmîlasyona dewleta Tirk a li dijî Kurdî her dewam dike û wî bi vî karî xwestiye li ber vê siyasetê rabe. 

Kurmancî û Kirmanckî bi hev re

Her pirtûka di rêzepirtûkê de xwedî çîrokek hîndekar e. Karaktera sereke jî Gulê ye: “Mijarên xweza, mirov, heywan û pirtûk li pêş in. Her pirtûkek ji 16 rûpelan pêk tê û yek ji rûpelên wê bi Kurmancî ye, yek jî bi Kirmanckî ye.” Delal Arîn û Delîl Tarim wêneyên wan xêz kirine. Enver Yilmaz wergera Zazakî kiriye, Fîrûzan Demîr edîtorî kiriye û karê birêkûpêkkirinê jî yê Azad Zal e. 

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.