Şanoya bi navê “Le théâtre le Strapontin” ya li Pont-Scorff a li Lorient a Fransayê, lîstikeke bi navê Happy dreams: une histoire kurde (Xewnxweş: Çîrokeke Kurdî) nîşan dide. Di projeyê de muzîka Kurdî bi Aram Taştekîn û Neşet Kutas cihê xwe digire. Aram Taştekîn di vê şanoyê de ji zaroktiya xwe ya li Antalyayê ve gav bi gav behsa tevlîheviya siyasî ya jiyana Kurdan dike. Nivîskar û mîzansena lîstikê Elie Guillou dike.
PARÎS