Her netew ji aliyê ziman û çandê ve xwedî taybetmendiyeke cûda ye. Çanda netewan jî li gor erdnîgarî û jiyana wan teşe digire û di nava demê de weke çandekê digehêje roja îro. Gelê Kurd jî neteweyeke xwedî dîrokeke kevnar e û ji aliyê çandê vê jî dewlemend e. Kurdistan ku ji aliyê dewletên serdest ve bû metîngeh, di aliyê ziman û çandê de rastî êriş û polîtikayên pişaftinê hat. Lê tevî polîtikayên pişaftinê û êrişan jî, gelê Kurd ziman û çanda xwe parastiye û derbasî nifşên nû kiriye. Yek jî ji van çandan jî çanda çîrokbêjiyê ye. Ji ber ku mafê perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî ji aliyê deweletên serdest ve hatiyê qedexekirin wêjeya niviskî pêş neketiye. Lê ji aliyê wêjeya devkî ve dewlemend e. Di wêjeya devkî ya Kurdî de çîrok cihekî taybet digrin. Li her herêm û bajarê Kurdistanê çanda çîrokan heye. Çîrok yek jî germahiya şevên zivistanê ne. Şevên zivistanê ku dirêj in bi çîrokan derbas dibin. Di demsala zivistanê ya sar de şenêniyên gundan li malekê kom dibin û li ber agirê sobaya germ çîrokan guhdar dikin. Di her civakekê de çîrokbêjek heye. Çîrokbêjê ku civakê li derdora xwe kom dike bi seatan qala bûyer ango serpehatiyên ji berê hatinê jiyîn weke çîrok qal dikin. Hin çîrok hene bi şevan berdewam dike û civak jî bi baldarî çîrokê guhdar dike û li benda dawiya çîrokê dimîne.
Çanda çîrokbêjiyê jî ji ber koçberiya gundan û derketina amurên teknolojîk weke televîzyonan her ku diçe kêm dibe. Koçkirin û pêşketina teknolojiyê bandorek neyînî li ser çanda civakê kiriye. Ji ber ku çîrok çandeke civakî ye, cihê ku civak xurt be, çîrok jî pêş dikeve. Ji ber edî li gundan civak belav bûye û têkilî lawaz bûye, edî weke berê çîrok nayên gotin. Yek jî çîrokbêjê berê Ramazan Yanik e. Ramazan Yanik ku li gundê Zivingo ya giredayî Şirnexê ji dayik bûyê çîrokbêjî ji bavê xwe hîn bûye. Ramazan Yanik ku li gundê xwe çîrokbêj bû; piştî gundê wan ji aliyê dewletê ve hate şewitandin koçî Cizîrê û Şirnexê kir. Ramazan Yanik dibêje piştî wî koçber kir, çîrokbêjiya wî jî li gund ma û edî li bajaran ji ber ku civak belav bûye, dev jî çîrokan berdaye û edî çîrokan nabeje.
‘Edî civaka berê nemaye’
Ramazan Yanik diyar kir ku çanda çîrokbêjiyê di nav civakê de kêm bûye û wiha qal kir: “Dema em li gund bûn bavê min ji me re çîrok digotin. Li gundan civak kom dibû û bi rojan çîrok dihatin gotin. Ez ji bavê xwe hînî çîrokbêjiyê bûm. Piştî em hatin bajêr ew civaka me ya çîrokan jî qediya. Ji ber çîrok nayên gotin min piranî çîrok ji bîr kirine. Ew civaka berê nemaye. Berê li gundan em di maleke de kom dibûn. Yek radibû çîrok digotin. Dema dest bi çîrokê dikirin bi seatan qal dikirin. Wê şevê çîrok nediqediya û roja din berdewam dikir. Lê niha edî cîran cîran nas nake. Edî ew civaka berê nemaye. Mirov hatine guhertin. Divê meriv dîrok û çanda xwe ji bîr neke. Divê em ziman û çanda xwe ji bîr nekin.”
‘Çîrok yek jî ronahiya me bû’
Ramazan Yanik girîngiya çîrokan a ji bo çanda Kurdî destnîşan kir û got: “Dema em li gund bûn civak kom dibû. Min ji wan re çîrok digotin. Çîrokên, Bendê Rûstem (Rûsteme Zal, Hesenê Walikê, Cangirê canan digotin. Ew çîrok bi rojan nediqediyan. Lê piştî gundê me xira bû edî çîrok jî nema. Niha kes guhdarî çîrokan jî nake. Çîrok yek jî ronahiya me bû. Di nav her çîrokekê de dîroka me heye. Ji me re qala dîroka me dike. Lê niha edî ji ber kes çîrokan guhdar nake edî ez jî çîrokan nabêjim. Jixwe şeniyên gundê me her yek jî wan çûn cihekî. Hinek li Edeneye û hinek jî li Stenbol in. Em belav bûn. Edî ew xweşiya berê nema.”
‘Her tiştê me bi gund re şewitî’
Li Şirnexê gelek gund ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin û şeniyên gundan jî neçarî koçberiyê bûn. Bi darê zorê ya dewletê gelek kes li gund, ji cih û warê xwe dûrketin. Gundê Zivingo yê li ser Şirnexê jî yek ji wan gundan e. Şewitandin û valakirina gundan çand û civakê jî dikujê. Çîrokên li gundan, hevrebûyina civakê ya gundan jî winda dibe. Ramazan Yanik jî yek jî ji wan kesên ku gundê wan hatiyê şewitandin e. Ramazan Yanik ku li gundê xwe çîrokbêj bû dibêje piştî ji gund derketiye edî çîrok negotinê. Ketina gundê Zivingo hê jî qedexeyê û şeniyên gund nikarinê vegerin gundê xwe. Ramazan Yanik anî ziman ku wî bêriya gundê xwe kiriye û wiha pê dê çû: “Piştî em ji gund derketin me pir zahmetî kişand. Dema gundê me şewitandin hertiştê me jî bi gund re şewitî. Hê jî çûyina gundê me qedexe ye. Min pir beriya gundê xwe kiriyê. Dibêjin Şam şekir e lê welat şerîntir e. Cihe ku meriv lê ji dayik dibe ji her derê xweştir e. Lê em nikarin biçin. Em dixwazin ew qedexeya rabin û biçin gundê xwe.”
Çîroka Benda Rustem
Herî dawî Ramazan Yanik ji me re çîroka Benda Rustem got. Ramazan Yanik ku ew çîrok ji bavê xwe hîn kiriyê piştî demekê dirêj ji me re çiqileke (Beşek) çîroka benda Rustem got. Çîrok a Benda Rustem wiha ye: “Rojeke Rustem li Qasra Zabilê bû ye û hespeke wî jî hebûye û navê wê jî Raxşa belek bû ye. Raxşa Belek jî di axirê qesrê de bû ye. Raxşa belek bi lingên xwe qesr hejandiyê. Tê gotin ku Melek Cebril Raxşa belek jîRustem re aniyê. Dema hesp aniyd jî jê re gotiyê tu ye bi vê hespê cengê bike û dest avetiyê nalê hespê û gotiyê heke nalê hespê bikeve tu ye bimird. Piştî hespê qesr hejand Rustem jî bi lez û bez çeka xwe girt û siwarî hespê bû û bi rê ket. Di rê de baran barî. Ji ber baranê wî xwe da ber şikevtike…. Navê bavê wî jî Zal bû. Dema giheşt male Raxşa belek bir cihê wê û çûm cem bavê xwe…… Çîrok pir dirêj ê û bi rojan berdewam dike. Ew tenê çiqileke çîroke ye.
AW/MAHMÛT ALTINTAŞ