Çîroka xwendebûna Yadê Emîra

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 16 Gulan 2023 - 14:04

SILAVA EBDUREHMAN / ANHA / QAMIŞLO

Dayikeke Kurd a îro 60 salî, xewna xwe ya hînbûna xwendina bi zimanê Kurdî pêk anî.

Emîra Ebdo, ji ber paşverştiya civakê, gava zarok hîç neçûye dibistanê. Hesreta xwendinê sal bi sal li ba Emîra zêdetir bûye; Emîra ya ku îro dayika 3 keç û 4 kuran e, behsa serpêhatiya xwe ya wê demê dike: “Daxwaza min a hînbûn û xwendinê mezin bû. Lê belê bav û birayê min bi behaneya adet û teqalîtan, nehiştin ez vê daxwaza xwe pêk bînim. Di encamê de ez bûm jineke nexwende.”

Ders da 30 zarokan

Emîra heta salên 1990`î nexwende bû. Lê dema serdana cîraneke xwe dike, li wir têkoşerên tevgera azadiya Kurdistanê nas dike û pê re jî serpêhatiya wê ya hînbûna xwendina Kurdî dest pê dike. Hingê Emîra 30 salî bû. Ew tevî 9 jinên din hînî alfabeya Kurdî dibe. Têkildarî wê, ew dibêje, "Em pêşî hînî tîpan bûn. Me xwe ji bo hînbûnê hazir kir."

Ji bo ku tiştên hînî wan bûye, ji bîr neke, Emîra dîwana Cegerxwîn peyda kiriye. Emîra da zanîn ku wê dersên zimanê Kurdî daye 30 zarokan, 4 ji wan niha şervanên tevgera azadiya Kurdistanê ne.

Neviyên xwe hînî Kurdî dike

Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012’yan a Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîra Ebdo di komîteyeke lihevanînê ya Kongra Star a Qamişloyê de cih girt. Her wiha ew, neviyên xwe hînî zimanê Kurdî dike: “Ziman jî yek ji hêmanên sereke yên çand û dîroka civakan e.”

Emîra bang li jinên nexwende kir da ku bi bibin xwendeyên Kurdî: “Bila jin hemû, zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û keç û xortên xwe fêr bikin. Ji ber ku civak bi zanist û xwendinê bi pêş dikevin."

Tevgera Azadiyê em ronî kirin

Emîra gotina ku rojekê ji bavê xwe re gotibû bi bîr tîne û dawiyê dibêje, “Xewna min a ku te nehişt ez bi dest bixim, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji min re pêk anî. Çavên me ronî kirin, em zana û rizgar kirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.