‘Çîroka evînê’ xelata aştiyê wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 24 Tîrmeh 2021 - 04:25

Wênegirê Îranî yê bi navê Sasan Muayedî, bi wêneyê xwe yê ku ew werzîşvanekî seqet  yê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê girtibû “Xelata Wêneyê Aştiyê yê Gerdûnî” girt.

Pêşbirka wêneyan ya ku li bajarê Baden yê Awusturyayê tê lidarxistin, her sal “Xelata Wêneyê Aştiyê yê Gerdûnî” dide 5 wênegirên herî baş yên dinyayê. Pêşbirka wêneyan ji ber pandemiyê herî dawî di sala 2020’an de hatibû lidarxistin û piştre hatibû taloqkirin. Di festîvala îsal de xelata herî baş, wênegirê Îranî bi dest xist ku ev xelat jî 10.000 euro ye. 

Wênegirê Îranî Sasan Mueyedî bi wêneyê xwe yê bi navê “Çîroka Evînê” beşdarî pêşbirkê bûbû. Sasan Mueyedî ev wêne sala 2018’an girtibû. Ev wêne behsa jiyana werzîşvanê Kurd yê Rojhilatî Selah Seîdpûr û hevjîna wî dike. Selah Seîdpûr, sala 2001’ê gava hîn 15 salî ye, li Mêrîwanê di teqînekê de herdu çav û destekî xwe winda dike. Piştî vê bûyerê, Selah Seîdpûr birîna xwe bi werzîşê dikewîne û soberiyê dike. Ew di soberiyê de gelek serketî ye û heta niha gelek xelat li ser navê Îranê wergirtine.

Têkiliya di navbera Selah Seîdpûr û hevjîna wî Sirwa de ku ew bi hurmet û evîndarî ji hev hez dikin, bala Sasan Muayedî dikişîne û ew vê hezkirina wan a ji hev re, dike belge yanî wêneyên wan digire. 

Sasan Muayedî bi vê evîna wan a bi hêz ku navê wêneyê xwe jî kiriye “Çîroka Evînê” xelata herî baş a aştiyê werdigire.

Ji bo wêneyên Sasan Muayedî lînk li jêr e;
https://sasanmoayyedi.visura.co/love-story-2018 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.