Çînîyekan dem le pûşyan kirdîn

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 3 Kanûn 2021 - 23:15

  • Le mêj bû ew biryareman dabû û ew kongreye ke biryar bû le behar da pêk bê zistanê bestman. 

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan(105)
Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Muhsîn Rîzwanî Awirêk le bizûtnewey çepî  Iran le nawewe, Hemîd  Şewket, Çapî yekem: 1384 / 2005  zayînî
Bilaw kerewe: Murtezewî  

Şewket: Karî pêkhatinî kongrey hîzb be kwê geyişt?
Rîzwanî: Le mêj bû ew biryareman dabû û ew kongreye ke biryar bû le behar da pêk bê zistanê bestman. Hellbet "hawrêyanî Taran" lew kongreye da beşdarîyan nekird û hêndêkanîş leber kêşey emnîyetî neyantuwanî bêne Kurdistan. Lew nawe da hêzekanî ême le tenkey dabû û alqey gemaroy rêjîmîş roj be roj tengtir debû. Ta ew cêyey ke îtir wek hêzêkî serbexo derfetî cûleman nebû û le penay Hîzbî Dêmokratî Kurdistan da heldesûrayn. Bere bere hemû hêze siyasîyekan meqerekanî xoyan ragwêst bo Kurdistanî 'Iraq, her çend ke ta maweyek wek pêşû be opêrasyonî partîzanî le xakî Iran û lêwarî sinûrî 'Iraq pelamarî hêzekanî Cumhûrî Îslamîyan deda.
Be dem paşekşekan maweyek le gundêk be nawî 'Bêjwê' maynewe û lewê hêzekanî çirîke fîdayiyekanî gelman dît ke le nawçey Mehabadewe paşekşeyan kird bû. Le maweyekî kurt da, hêzekanî Cumhûrî Îslamî, gundekan û ew şwêne sitratêjîkaneyan dagîr kird ke deyanruwanîye ser gundekanî Bêjwê û Bêtûş û pêşmergekanî Komele û Hîzbî Dêmokrat lew nawçanewe paşekişeyan kird bo xakî 'Iraq. Ême çûyne gundî 'Çoxmax' ke meqerî Yekêtî Nîştimanî Kurdistan bû û lewê kongirey hîzbman pêk hêna. Be çûnman bo Çoxmax, bûnman le Kurdistanî Iran ke ziyatir le sal û nîwêk le temenî ra debird tewaw bû.

Şewkewt: Le dway kongire le  Çoxmax
Rîzwanî: Ême xoman 15 - 16 kes ziyatir nebûyn û le hawrêyanî Urûpa û Emrîkaş cige le kesêk nebê kes legel ême nekewtibû. Bew jimareyewe, ewîş le nebûnî îmkanat da nedekra amadekarî bikrê bo xebatî çekdarane. Boye pêman wabû eger serçawey malîman hebê, detuwanîn be deberkanî pêşmerge ew kare bikeyn. 
Lew nawe da peyta peyta xeberî gîran û kûjranî hawrêyan dehat û zanîman ke lew rêberayetîyey ke danîştinî Reşemey 1360 [Fêvrîyey 1982] helî bijardibû çuwar kesyan kûjrawin û yekîşyan be rêgay Kurdistan da çûwe bo Feranse.

Şewket: Pêwendî legel Çîn çon kira?
Rîzwanî: Biryar dira min pêwendîyan pêwe bikem û bew mebeste her le heman rêgay pêşû da bo wergirtnî wîzay Feranse çûme Bexda. Ew car duktur Aramîş ta Bexda legelim hat. Le Kerkûk ber lewey ke biçîne hotêl minyan bird bo îdarey îstîxbarat ke çaweruwanî ewem nedekird. Le cêda kemtirîn alugorr le helsukewtî memûre eminyetîyekanda manayekî taybetî heye. Corî otombîl, û şêwey cûlanewey memûran, be taybetî, eger rûdawêk qewma ba, debû be nîşaney ewey danêyn şitêk le gorrê daye.

Şewket: Çi bibû?
Rîzwanî: Le îdarey îstîxbarat yekem pirsyarî ke memûrî emnîyetî hênaye gorê  sebaret be pêwendî min legel Talebanî bû. Lêy pirsîm aya qet mîwanî Talebanî bûm yan na? Ta ewey lê pirsîm, destbecê zanîm boçî le ciyat hotêl minyan yekrast hênawe bo îdarey îstîxbarat. Ewanîş be pêwendî ême û Mam Celalyan zanîbû. Debû destbecê fikir le çareyek bikemewe û biryar bidem, çunke derfetêkî zorim nebû le wulam da gutim yek dû car dîtûme, belam qet legelî da nenîştûm. Memûrekey îstîxbarat be rawêjêkî na dostane ke nîşaneyek bû lewey ke bawer be qisekanim naka, basekey gorî û le hoy seferekemî pirsî ke pêm gut bo pêwendî legel hawrêyanî hîzbî deçme Urûpa. Memûrekey îstîxbarat ke le haletî demuçawî nem detuwanî razî derûnî bixwênmewe le pişt mêzekey hesta û le katêkda be sardî destî legel lê damewe ta ber dergay wetaxeke hat û berêy kirdim katêk dergakey be nîweyî kird buwewe û pêş ewey pêm le derê danêm be espayî dergakey pêwe dawe û gutî: "Demwîst pirsyarêkî dostanetan lê bkem. Aya qet legel Talebanî wutuwêjit kirduwe?"  Be wuşeyek wulamî nerênîm dawe bew pirsyare û ew car xom dergam kirdewe û le îdarey îstîxbarat hatme derê. Şofêrî îstîxbarat lay bînake le utumbîlêk da çaweruwanim bû. Le rêgaye heta geyiştîne hotêl pişûm swar bû û nem dewêra awir demewe.

Şewket: Dastanî ew wutuwêje legel Talebanî çi bû?
Rîzwanî: Memûrekey îstîxbarat rastî dekird. Maweyek pêştir emin wutuwêjêkim legel Mam Celal kirdbû ke lewêda hêndêk amaje be wez'î 'Iraq û helkewt û dahatûy siyasî ew wulate kirabû. Ew wutwêjem nard bo hawrêyanî Urûpa ke be nawî xwastemenî Wefa Kirmaşanî wekû namîlkeyek çap kira. Be ruwalet 'Iraqîyekan pêyan zanîbû ke ew kesey wutuwêjekey kirduwe, min bûm. 

Şewket: Ey pêwendî legel hêze Felestînîyekan be kwê geyişt?
Rîzwanî: Hestim kird bê faydeye, be taybetî dway ewey ke bîruray Çînîyekanim bîst, bawerîm be dest kirdin be xebatî çekdarane ke ew dem hêndeş cêy hîwa nebû, sist bibuwewe. Katêk geyiştime Turkya, nameyekim nard bo hawrêyan le Çoxmax û meseley muzakere legel Çînîyekanim bo bas kirdin. Gutim hawrêyanman le Urûpa amade nîn bo hîç yarmetî û hawkarîyek; Çînîyekanîş dem le pûşyan kirdîn û maneweman le Kurdistan cige le çaweruwanî bê fayde û bestranewey ziyatir be 'Iraqîyekan [mebestî dewletî 'Iraqe, H.Q.] hîç netîceyekî nabê. Ke wabû  baştir e ke hemûman bçîne Urûpa. Lewê detuwanîn çalakîyek her çend bertengîş bê, rêk xeyn û be bilaw kirdnewey neşrîyeyek bîr û ray xoman derbibrîn ta bizanîn çi debê.

Dirêjey heye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.