Çîn bersivê dide dewleta Tirk

Yekşem 2 Çile 2022 - 22:24

  • Li gorî Nurettin Akçay, ji The Diplomat re dinivîse*, Çîn ji ber pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re pirsgirêka Kurd li dijî dewleta Tirk bi kar tîne. Li gorî wî, Çîn bi vê yekê bersivê dide retorîka dewleta Tirk a li ser Uyguran. 

Li gorî Nurettin Akçay, ji The Diplomat re dinivîse*, Çîn ji ber pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re pirsgirêka Kurd li dijî dewleta Tirk bi kar tîne. Li gorî wî, Çîn bi vê yekê bersivê dide retorîka dewleta Tirk a li ser Uyguran. 

Akçay nivîskarê quncikê ye ji bo The Independent Turkishê û wî doktora§ya xwe li Zanîngeha Şangayê kiriye. Ew di meqaleya xwe de ji sala 1971´ê ve behsa têkiliyên dewleta Tirk û Çînê dike û dibêje, salên 2000´î ev têkilî baş bûn lê ji ber retorîka Erdogan a elaqedarî tepisandina serhildana Urumqiyê, Çînê têkiliyên xwe bi Tirkyeyê re sala 2009´an qut kirin.

Lê salekê paşê, sala 2010´an têkilî baştir bûn û Akçay ji 2010 ta 2018´an weke salên zêrîn yên peywendiya Pekîn û Enqerê bi nav dike. Di heman navê de gelek peyman jî di navbera herdu welatan de hatin mohrkirin. Hejmara şirketên Çînê yên li Tirkiyeyê jî  ji 1000´î bihurî. Tirkiyeyê jî desteka xwe ya ji bo projeya Çînê “Înîsiyatîfa Kemer û Rêyan” (BRI) li her platformê eşkere kir.   

Li gorî Akçay têkiliyên dewleta Tirk û Çînê ji nû ve sala 2019´an xira bûne: Dewleta Tirk ji ber “mirina” şairê Uygur Abdurrehîm Heyît, 9´ê Sibata 2019´an Çîn şermezar kir. Lê şair nemiribû û dîtira rojê dîmenê wî hat weşandin. Herdu welat zûzûka dîsa li hev hatin. rayedarên Çînê di van meseleyan de bi hestiyarî tevgeriyan û hewl dan dest wernedin mijarên hesas ên dewleta Tirk, nexasim jî meseleya Kurd.

12´ê Mijdarê “Konseya Turk” li Stenbolê civiya û navê xwe kir “Rêxistina Dewletên Turk”. Piştî bi 5 rojan, 17´ê Mijdarê serokê partiya nijadperest a Tirk Devlet Bahçelî “Nexşeya Cîhana Tirk” nîşan da û tê de herêma Xinjiang a Çînê jî hebû. 

Li gorî Akçay hingê cihgirê nûnerê Çînê yê daîmî li Neteweyên Yekbûyî (NY), Geng Shuang Tirkiye gunehbar kir bi binpêkirina mafên mirovan li Sûrî û kirinên dewleta Tirk li Sûrî jî weke “neqanûnî” bi nav kirin: “Ji dema ku Tirkiyê bakurrojhilatê Sûrî bi awayekî neqanûnî dagir kir û vir ve, wê bi awayekî birêkûpêk ava ji stasyona avê Alûkê birrî.” 

Dewleta Tirk retorîka xwe ya li dijî Pekînê dewam kir. Bersiva Çînê jî li Neteweyên Yekbûyî rexnekirina êrişên hewayî yên dewleta Tirk li Iraqê bû û wê got, dewleta Tirk sivîlan qetil dike. 

Li gorî Akçay, lîstika Çînê besît e: Heger dewleta Tirk di ser meseleya Uyguran re Çînê rexne bike, ew jî dê kirinên dewleta Tirk li Sûrî û Iraqê bibe nav ajandaya navneteweyî. 

* Navê meqaleyê ev e: “Amid Tensions With Turkey, China Is Putting the Kurdish Issue in Play (Di rageşiya bi Tirkmiyeyê re Çîn meseleya Kurd dixe nava lîstikê)”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.