Çima Tirkiye tehlûkeya herî mezin e?
În 8 Tîrmeh 2022 - 21:15
- Çima Tirkiye li Sûrî tehlûkeya herî mezin e” behsa wan gefan dike ku Tirkiye li gelên Sûriyê û her wiha Rojavayê Kurdistanê dixwe.
Nûnera Rêveberiya Xweser li Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Sînem Mihemed ji The National Interest re gotarek nivîsî û tê de bi sernivîsa “Di bin siya Enqerê de: Çima Tirkiye li Sûrî tehlûkeya herî mezin e” behsa wan gefan dike ku Tirkiye li gelên Sûriyê û her wiha Rojavayê Kurdistanê dixwe.
Ew dibêje, gelekî muhim e ku ji bo parastina bipêşketina bi berdêlên giran li Sûriyê, êrişkariya dewleta Tirk “li dijî Kurdên Sûrî” bê astengkirin.
Sînem Mihemed behsa gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî yên Erdogan dike û dibêje, ev gef û tehlûke li dijî “hevgirekî din ê DYE´yê” ye. Ew ji bo balê bibe ser tehlûkeya DAIŞ´ê ya elaqedarî êrişên tirkiyeyê jî dibêje, “DAIŞ tenê li benda wê ye ku dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî bike. … Tirkiye jî hlbet vê dizane. … Herêm hîna nû ji ber mueyêîdeyên Emerîkî li dijî Sûriyê hat derxistin, vê rêyek vekir ji bo aboriya DYE´yê ku veberhînanan bike û desteke teknîk bike. Ev dikare îstîqrarê xurt bike. Ji bo şikandina daimî ya DAIŞ´ê ev lazim e.”
Di dawiyê de jî ew banga eşkere ji bo pêşîgirtina li dagirkeirya dewleta Tirk dike: “Nabe ku destûra Tirkiyê bê dayîn ku erdên Sûriyê dagir bike, û erdên me yên bi bereket bidize, talan bike û hêzên ku hevgirên DYE´yê ne bikuje.”
WASHINGTON