Çima hiqûq bi cih nayê?

Sêşem 22 Cotmeh 2024 - 02:40

Pergala êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan li gel nerazîbûna raya giştî ya Kurd û cîhanê ya li dijî tecrîdê jî didome. Herî dawî Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan peyamek parve kir. 

Ocalan di peyama xwe de rayedarên Tirk etiket kirin û pirsî: ‘’Çima hiqûq nayê bicihanîn?’’

Di peyamê de ku Omer Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir ev tişt hatin gotin: “Ji bo me tenduristiya Birêz Ocalan girîng e. Weke ku me gelek caran anî ziman, em dixwazin mafên xwe yên li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî, bi kar bînin. Em dixwazin bi malbatî biçin Îmraliyê û mafê xwe yê hevdîtina rûtîn bi kar bînin. Serlêdanên me hene, çima hiqûq nayê bicihanîn?’’

Omer Ocalan di biniya parvekirina xwe de Serokkomarê Tirk ê AKP’î Erdogan, Serokkomarî, Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç û Wezareta Dadê etîket kir.

13’ê Cotmehê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî û rayedarên siyasî yên DEM Partiyê û sazî û dezgehên civakî bang hatibû kirin ji bo çareseriya pirsa Kurd divê tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin. 

Dewleta Tirk bi rikdarî guhê xwe ji çalakî û bangên dijî tecrîdê re digire û di serî de hiqûqa xwe, hiqûqa navnetewî binpê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.