Çima hewar zûtir neçû?

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 13 Sibat 2023 - 01:01

Zelzele bû, erdhej bû! Û wê nexasim jî Bakur û Rojavayê Kurdistanê hejand. Dewleta Tirk a ku weke çerxeke zilmê hatiye avakirin, ji bo hewarê bi kêr nehat. Jixwe, karê ku kir jî astengkirin û derengkirina hewarê bû. Her kêliya derengkirina hewarê jî mirina Kurdan, Elewiyan û Ereban bû. Wiha xuya ye, ne xema wê bû. Ev aliyê bi felaketê dewamkirina qirkirina miletan a dewleta Tirk, xwînxwarî û xedariya wê careke din nîşan dide. 

Dewleta Tirk a ku li ser yekrengkirina miletan yanî li ser projeya “Tirkkirinê” ava bûye, îsal wê sedsalên xwe temam bike. Lê konsepta avakirina wê neguheriye: Qirkirina miletan, nexasim jî ya miletê Kurd. Siyaseta wê ya birêvebirina hewarê di felaketa erdhejê de jî nîşan da ku ew qirkirina miletan bi rêveberiya xwe ya hewara erdhejê jî dewam dike.   

Di vê felaketê de tişta cihê kêfxweşiyê ew bû ku civaka Kurd bi tecrûbeyên xwe yên têkoşîna bi dehan salan, karîbû xwe zû bi rêxistin bike, bi hewara saxfilitiyan ve biçe. Ev bikêrbûna têkoşîna dehsalan e, ev ji destketiyên wê têkoşîna bi hezaran şehîdan e. 

Lê ez ê îro behsa felaketên felaketê bikim, tiştên erê û baş jixwe canê gelek mirovan xilas kirin. Kesên ev başî û çêyî kirin; mala wan ava û bila mineta wê başiyê li me hemûyan be. Ez deyndarê wî xelkî me ku çû hewarê; mineta wan li ser her du çavan.

Herçî dijmin e, diyar e xwe di şer de hesab dike û xwe di hewarê de jî bêminet kiriye. Ew jî ser çavan, qey ji dijminan, ê herî bêxislet, bêteşe, bêexlaq, bêwicdan û bêar para Kurdistanê ketiye. Rûyê wî dijminî, îro rûyê serokkomarê dewleta wî dijminî Erdogan ê biqidoş û bêyom e.

Hewargihandina Efrînê, Helebê herî hêsan û herî bi lez di ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re dibû. Lê dewleta Tirk destûr neda. Bi dehan kamyonên alîkariyê hatin rawestandin. Mazota ji bo xwe germkirinê û maşînên hewarê lazim, hat astengkirin. Bi rojan li gelek deverên sînorê di navbera çeteyan û Rêveberiya Xweser de, hewara Rêveberiya Xweser hat astengkirin.

Pêşî çeteyan, lê piştî nerazîbûna xelkê wan destûr da, lê dagirkeran neda. 

Karwanekî Hewarê piştî felaketê bi pênc rojan xwe gihand deverê. Eynî karwan di ser Rojava re biçûna, tenê ji ber rê wê rojekê zûtir bigihişta. Karwan ji Başûrê Kurdistanê dabû rê. 

Diyar e rayedarên Başûr, esas ên PDK´ê zanîbûn ku dewleta Tirk wê destûrê nede û yekser di ser erdên di destê dewleta Tirk re, di Bakurê Kurdistanê re hewar şandin Efrîna dagirkirî. Ez bela xwe ji wê yekê vedikim, ka çima rêxistina hewarê ya Başûrê Kurdistanê ne heyva sor, roja sor yan jî tiştekî din ê sor e. Helbet ev jî bi tena serê xwe meseleyeke piştî hewarê ye, ku divê minaqeşeya wê bê kirin.

Lê niha çima israra hewareke zûtir di ser herêmên Rêveberiya Xweser re nehat kirin? Gelo rayedarên Tirk gotin na? Heger erê, naxwe bila rayedarên Hewlêrê eşkere bikin. Li aliyê din nûçe li ser wê yekê hene ku alîkariya ji gelek deverên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava hatiye berhevkirin, ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ve hatiye astengkirin. Divê bersiva van “îdîa”yan fermî were dayîn. Lewma rêveberiya hewarê ya miletê Kurd gelekî baştir bû ji ya dewleta zirzop a Tirk. Lê ev aliyên wê zelûl in û divê werin zelalkirin.  

  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.