Çima bi israr Aştî Koçer?

Çarşem 6 Cotmeh 2021 - 03:50

  • PDK’ê çima Aştî Koçer weke Berpirsyarê Ofîsa Rêxistinbûnê ya 17’emîn wezîfedar kir û bi hinceta hilbijartinê xwest bi hêzên çekdar bikeve nava Şengalê? 

Piştî hewldanên PDK’ê ku xwest bi hêzêke çekdar bikeve nava Şengalê navê Aştî Koçer careke din hate bihîstin. PDK piştî Qadir Qaçax ji erka berpirsyartiya Liqa 17’an daxist, Aştî Koçer li cihê wî wezîfedar kir. Yek ji karê destpêkê yê Aştî Koçer jî ew bû ku di serê mehê de xwest bi hêzeke çekdar a PDK’ê bi hinceta propagandaya hilbijartinê bikeve nava Şengalê.

1’ê Cotmehê PDK’ê bi hêzeke çekdar tevî hêzên Iraqê xwest bikeve nava Şengalê. Li ser vê xelkê Şengalê dakete qadan û pêşî li hêzên çekdar ên PDK’ê û Iraqê girt. Li vir çalakiya rûniştinê destpê kir û rê nehate dayîn.

Xelk rê neda PDK’ê

Li ser vê Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Me li hember destwerdana PDK’ê rê li çûn û hatinê girtiye.” Xelkê Şengalê jî dakete ser rê û bi keviran pêşî li çekdarên PDK’ê û Iraqê girt. Rê nedan ku PDK û Iraq bikevin nava Şengalê.
Xelkê Şengalê bi taybetî balê dikişîne ser kesekî. Ew jî Aştî Koçer e. Aştî Koçer 5’ê Tîrmehê ji aliyê PDK’ê ve ji bo erka berpirsyariya Liqa 17’an hate erkdarkirin. Aştî Koçer dema ku çekdarên PDK’ê dixwest bikeve nava Şengalê, ew hêz bi rê ve dibir.

Destê wan di xwîna gelek kesî de hene

Diyarkirina Aştî Koçer a ji bo Liqa 17’an a li Şengalê dewamiya xwêrnexwaziya PDK’ê ya ji bo civaka Êzîdî ye. Ji ber ku ev şexs xwedî dîrokek nokerî û çetetî ye. Yek ji şexsê herî qirêj ê PDK’ê ye. Piştî raperîna gelê Başûr weke endamekî parastina PDK’ê destê wî di xwîna sedan kesî de heye.

Yek ji lêkolînerê dîroka şerê birakujiyê nivîskar Feysel Dagli, di pirtûka xwe de ya bi navê ‘Birakujî’ wiha dibêje, “Li vê navçeyê Aştî Koçer û Yûnûs Pîdawî kesên çete û rêgir in. Li nava xelkê xwe weke parêzvan didin nasandin, kes nikare xwe têkelî wan bike. Kes nizane destê wan di xwîna çend kesî de hene, lê tê gotin ku destê wan di xwîna gelek kesî de hene.”

Gelê Şengalê bi vê dizane

Di vê pirtûkê de qala Fazil Mîranî jî tê kirin û tê gotin, “Fazil Mîranî ji bo îstixbarata navneteweyî û bi taybetî jî kar ji bo MÎT a Tirk dike.” Di van karê sîxûriyê de yek ji mêrkujê mezin ê Fazil Mîranî, Aştî Koçer e.

Li vir pirsa balkêş jî ew e ku piştî fermana 73’an a 3’ê Tebaxa 2014’an a piştî revîna hêzên PDK’ê ya ji Şengalê bi serê Êzîdiyan hat, niha çi ji Êzîdiyan dixwazin. Çi bû ku niha mêrkujek weke Aştî Koçer dixwazin vegerînin Şengalê. 

Ji ber ku gelê Şengalê bi vê dizane, ji bo wê rê nade ku berpirsê çeteyan vegere Şengalê.

Piştî vê 3 rojan berê xwe da Şengalê

Koçer 28’ê Îlona 2021’ê di bernameyeke ya televîzyona ser bi PDK’ê ve qala hilbijartinê dikir û digot ku ew nikarin niha biçin Şengalê, ji ber ku Şengal ne ewle ye, ji bo wê planên vegera ji bo Şengalê ne guncav in.

Balkêşe piştî van gotinan bi 3 rojan Aştî Koçer bi hêzeke çekdarên PDK’ê û Iraqê berê xwe da Şengalê. Ji vê hewldanê derdikeve ku ew kes ne bi serê xwe ne, li ser hewldan û zextên dewleta Tirkiyeye dikevin nava tevgerê. 

Ji ber ku ji dîrokê diyar dibe ku tim ji bo xizmeta dewletên dagirker û bi taybetî Tirkiye kar kirin û ji bo berjewendiyên xwe hewl didin xwîna Kurdan birijînin, li herêmê tim nakokiyan derbixin.

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.