Cihê me çiyayên Kurdistanê ye

Çarşem 15 Gulan 2024 - 00:52

25 ciwanên Kurd ên tevlî nava refên gerîla bûn, li çiyayên Kurdistanê dewreya perwerdeyê qedandin. Şervanên nû ku bi îdîa û kelecaneke mezin belgeyên xwe yên mezûniyetê wergirtin, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd di pêvajoya hebûn û tinebûnê de ye, bi taybetî jî şerekî taybet li dijî ciwanên Kurd tê meşandin û hate gotin:"Hewl didin ku bi vî rengî ciwanên Kurd ji rastî û lehengiya wan dûr bixînin. Dixwazin ciwanên Kurd bikin amûrên mekanîk ku xizmetê ji sîstemê re dikin." Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew naxwazin di nava vê sîstemê de bijîn ku mirovan vediguherînin mîna robotan û hate gotin:"Yekane cihê ku em lê bijîn çiyayên Kurdistanê ye û Tevgera Azadiyê ye. Li ser vê bingehê em tevlî nava refên gerîla bûn. Weke 25 heval me Dewreya Şehîd Serxwebûn Serhed a Dibistana Şehîd Erdal bi rengekî serketî qedand. Bi aqil û îdeolojiya Apoyî ya ku me ji vê dewreyê wergirt em ê xwe kûr bikin. Me dîsîplîna leşkerî, çand û exlaqê Apoyî nas kir. Em ê vê perwerdeyê bikin bingeha têkoşîneke têkbirina sîstemê. Em bang li ciwanên Kurd, Ereb û Rojhilata Navîn dikin; tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibin. Li ber wê sîstema qirêj rabin. Êdî bes e."

Gerîlayên nû piştî daxuyaniyê dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" qîriyan û berê xwe dan qadên wezîfeyê.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.