Cîhana dijîtal û hêza xeyalan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 31 Çile 2024 - 01:30

  • Hunermend Andro Pang ê Îndonezyayî bi teknîka sêber hêza xeyalan nîşan dide. Di wêneyên wî de insan tinene lê malzeme û sembolên ku bi kar tîne hestên nazik bi bîneran re çêdikin. Andro Pang ji bo van karên xwe dibêje; “ji bo bicihkirina her parçeyekî wext û sebir divê.”

Bipêşketina teknolojiyê di warê “cîhana dijîtal” de gelek rê û rêbazên hunerî jî derxistin holê. Bi rêya teknîkên dijîtalê hinek hunermend bi şêwazên nû yên vegotina hunerî daketin û ew bi vî awayî berhemên xweşik diafirînin. Hunermend Andro Pang ê Îndonezyayî jî yek ji van hunermendan e ku di warê hunera dijîtal de berhemên xweşik diafirîne. Ew hest û xeyalên xwe bi rêya teknîka 3D ango sêber derdibire. Berhemên wî dûrî tiştên rastî ne û weke xewnan hatine sêwirandin. Jixwe şêwazeke wî ya surrealîst heye û bi vê şêwazê di cîhana hunera dijîtal de berhemên serketî hildiberîne.

Wêne ango sêwirandinên Andro Pang her çiqas weke xewnan werin xuyanê jî ew bi kompozisyon û malzemeyên ku bi kar tîne maneyên cuda jî ava dike. Mirov gava bi hûrgiliyên di berhemên wî de dadikeve dibîne ku bi tebeqeyên cihê xwestiye hin tiştan rave bike. Her malzemeyeke ku di wêneyê xwe de bi cih kiriye xwedî maneyekê ye û hestên cuda bi bîner re çêdikin. Ew van kompozisyonên xwe pirr bi baldarî hazir dike. Bi rêya hunera dijîtal li ezmûn û serpêhatiyên insanan ên tevlîhev dikole. Her wiha ew bi dêrhişa insanan jî dadikeve û tiştên tenik ên di derhişa insanan de bi awayekî hestiyarî rave dike. Yanî mirov dikare bibêje ev sêwirandinên wî yên sêber kubar û nazik in û hestên insanan li hev dijidînin.

Wext û sebir divê

Andro Pang ji bo çavkanî û afirîneriya xwe dide zanîn ku ew ji film, wêne, stran û serpêhatiyên rojane sûd werdigire. Ew xwe dispêre “hêza xeyalan” û heta jê tê zorê dide xwe da ku sînor û qalibên heyî bişkîne. Di her wêneyekî xwe de tiştekî nû diceribîne û hesteke nû ava dike. Karê wî her çend tevlîhev be jî ew dibêje, “ji bo bi cihkirina her parçeyekî wext û sebir divê” û bi ruhekî nazik van parçeyan yek bi yek bi cih dike. Cih bi cih ew sembolan jî bikartîne û bi van sembolan gelek maneyan ava dike.  Her wiha ev sembol û hestên di xebatên wî ji mirovan re nas jî tên. Andro Pang berhemên xwe çawa ku mirov berê ev tişt hîs kiribin û li van mekanan wext bihurandibin disêwirîne. Ji ber vê yekê mirov bi rehetî dikare bi xebatên wî re empatî çêbike û hez ji wan bike.

Di wêneyên wî de insan tine ne

Ji bilî sembol û surrealîzma di xebatên wî de wekî din mirov dikare van xebatên wî weke dîmenên sînematîk jî binirxîne. Ji lewre her wêneyekî wî weke sehneyeke sînemayî hatiye sêwirandin. Ew di hin wêneyên xwe de balê biriye ser darên spînadaran ên ku Van Gogh xêz kiribûn. Her wiha di wêneyekî wî de jî tesîra filma “Truman Shov” derdikeve pêş û estetîkeka ya bi hêz a surreal nîşan didin. Jixwe di wêneyên Andor Pang de insan tine ne. Mirov nikare di wêneyên wî de beden û rûyên insanan bibîne. Yanî ew di wêneyên xwe de insanan weke fîgûr bi kar naîne.

Bêdengiya metafizikê

Ji ber ku ew di wêneyên xwe de cih nade insanan mirov dikare wêneyên wî weke “bêdengiya metafîzîk”ê binirxîne. Andro Pang her wiha hestên melankolîk û nostaljîk jî ava dike bi van wêneyên xwe yên bê insan û bêdeng. Ew bi pêlekan, kursî, deriyên vekirî, guldank û paceyan hin pirsan jî ava dike di serê bîneran de û dixwaze xelk li ser van sêwirandinên wî bifikirin. Bi vî awayî têkiliyekê di navbera berhem û bînerên xwe de ava dike. Ew vî tiştî bi awayekî ferzkirî nake lê bi dil û hestiyariyeke dilsoz pêk tîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.