CHP'ê çima got NA ?

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 27 Cotmeh 2021 - 23:01

  • Her sal vî wextî li meclisa Tirk tezkere ango destûrnameya şer dikeve rojevê. Ji sala 1950’î û vir ve 78 caran tezkereya şer di meclisê re derbas bûye û hatiye erêkirin

Her sal vî wextî li meclisa Tirk tezkere ango destûrnameya şer dikeve rojevê. Ji sala 1950’î û vir ve 78 caran tezkereya şer di meclisê re derbas bûye û hatiye erêkirin. Îsal jî meclisa Tirk bi tezkereya şer vebû. Lê vê carê ferqa wê hebû. Her salê CHP'ê li cem şer cihê xwe digirt û dengê erê dida. Di tezkereya dawî de dengê na bi kar anî. Li ser helwêsta CHP'ê gelek nirxandin hatin kirin. Gelo çima CHP'ê got na?

Heger em li rewşa niha ya Tirkiyê binihêrin, gelek sedem hene ku CHP bêje na. Ya yekemîn CHP'ê dît ku desthilatdariya heyî li ber têkçûnê ye û Tirkiyê jî bi xwe re dixîne. Li aliyekî bêkarî, feqîrî û qeyrana aborî, li aliyê din xitimîna siyasî û her wekî din. Di vê rewşê de heger CHP'ê gotiba erê, ew ê jî bibûya şirîkê vê felaketê. Ya duyemîn jî daxuyaniyên Erdogan ên tevşo mevşo bûn sedem ku CHP bêje na. Erdogan bi daxuyaniya xwe ya dawî derbarê sefîrên Emerîka û Ewrûpayê de li binê tenekê da.

Heger CHP'ê gotiba erê, ew ê di heman demê de li ber Emerîka û Ewrûpayê jî rabûya. 

Ya sêyemîn li qada navneteweyî ango li Ewrûpa û Emerîkayê jî ti hêvî ji Erdogan nemaye. Yek bi yek derî li ber têne girtin.

CHP'ê jî ev yek dîtiye. Lewma di demên dawî de daxuyanî û helwêstên CHP'ê nîşaneya vê yekê ne. Beriya bi demekê heyetek ji CHP'ê çû Başûrê Kurdistanê û ev yek cara pêşî bû. Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd îşaret bi meclisa Tirk û HDP'ê kir. Heger em li van helwêstên CHP'ê binihêrin, tê dîtin ku guherînek heye.

Ya esasî jî hilbijartin e. CHP ji bo ku dengê hilbijêrên HDP'ê û Kurdan bigire helwêsteke bi vî rengî nîşan da. Destûra ji bo tezkereya şer wê heta piştî hilbijartinê biçe û di vê pêvajoyê de hilbijartineke pêşwext jî nêzîk e. Dibe ku niyeta CHP'ê tenê ji bo wergirtina dengan be. 

Lê eger ji bo têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê be ev yek wê xizmeta demokrasiyê bike. Îro li Tirkiyê qeyraneke aborî, siyasî û civakî heye. Çareserî jî têkbirina desthilatdariya heyî ye. Heta ku AKP-MHP desthilatdar bin ev rewş wê xerabtir bibe. CHP bi xwe jî heta niha parçeyek vê polîtîkaya têkçûnê ye. Eger ji sala 2015'an û vir ve helwestek cidî li dijî şerxwaziya desthilatdariyê nîşan dabûya wê ji zû ve ketibûna. Lê CHP di her tezkereya şer de li cem AKP'ê bû. Dema ku mafê destnedayîna parlementerên HDP'ê hat rakirin CHP dengê erê bi kar anî. Di rewşeke wiha de nikare bibêje sûc hemû yê AKP'ê ye. Divê CHP di vê rewşê de xwe rexne bike û lêborîna xwe ji gel bixwaze. Dikare rabe û bêje ez bi zanebûn an jî nezanî bûm parçeyek ji vî şerî. Helwêsteke bi vî rengî dikare CHP'ê ji partiyên din cuda bike. Lê wekî din wê ew jî her tim partiyeke dewletê be.

Faşîzma AKP-MHP'ê êdî rojan dihejmêre. Îro yan sibe, li ber ketinê ye. Dixwaze bi vê ketinê re her kesî bixe. Lewma jî her tim hinek kirine şirîkê xwe. CHP'ê kemîn û xefka AKP'ê dît û dengê na bi kar anî. Yanî li ber şerxwaziya AKP'ê rabû. Lê li derveyî Tirkiyê PDK hevkariyê bi Erdogan re dike. Erdoganê ku kes li dora xwe nehiştiye, PDK daye kêleka xwe. PDK jî bi kirinên xwe bûye parçeyek ji AKP'ê.

Ya dawî jî dixwazim li ser destûrnameya şer vê bibêjim; Ev tezkere ji bo kuştin, koçberkirin û wêrankirinê ye. Bi vê tezkereyê re eskerên Artêşa Tirk diçin welatekî din dagir dikin. Mînak Sûrî, Iraq, Lîbya û gelek deverên din. Ev dagirkerî di heman demê de dizî û talanê jî tîne Tirkiyê. Bi van tezkereyan re AKP û MHP pereyên ji bo gel dixin bêrîka xwe û ji şer re vediqetînin. Êdî dawiya vî şerî û dawiya vê desthilatdariyê hat. Eger partiyeke dewletê ya wekî CHP'ê rabe û li dijî destûrnameya şer derkeve ev yek girîng e. Bê ka mesele çi ye wê di rojên pêş de xuya bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.