Çete fermî çûn Hewlêrê

Pêncşem 4 Adar 2021 - 01:30

Şandeya çeteyên Îtîlafê yên dewleta Tirk wan bi rêxistin dike, bi serokatiya serekçete Nesir El-Herîrî doh çû Hewlêrê serdana buroya ENKSʼê. Di heyeta Îtîlafê de cîgirên serokê Îtîlafê Ebd Hekîm Beşar û Reba Hebûş, Sekreterê Giştî yê Îtîlafê Ebd Basit Ebd Letîf, Koordînasyonê Komîteya Têkiliyên Derve Ebd Ehed Astîfo, Serokê Meclisa Turkmen Mihemed Silo, Endamê Desteya Siyasî Yehya Mektebî û Serokê Komîteya Qanûnî ya Îtîlafê û Endamê Desteya Siyasî Yasir El-Ferhan hene.

Li gorî agahiyan, heyet wê sê rojan bimîne û tê payîn ku bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne.

Nesir El-Herîrî di dema serdana xwe de daxuyanî da ragihandina Başûrê Kurdistanê ya alîgirê dewleta Tirk û got, ew tevî ENKSʼê dixwazin li erdê Rojava yê dagir kirine buroyên xwe vekin. El Herîrî ji bo PKKʼê jî got, ew bi ti awayî naxwazin hebûna PKKʼê li Sûrî bimîne. El Herîrî hezkirina xwe ya ji bo dewleta Tirk jî dubare kir.

Endamê Konseya Hevserokatiya PYDʼê Aldar Xelîl jî li ser heyeta Îtîlafê di twîttira xwe de got: “Çete beriya 3 salan, bi kîlometreyan nêzî Hewlêrê bûn, îro bi germahî tên pêşwazîkirin. Çete û terorîstên ku gelê Efrînê koçber kirin, jenoseid li ser meşandin, heman tişt li Serê Kaniyê û Girê Spî kirin, bi cilê siyasetmedar û dîplomatan îro dikevin Hewlêrê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.