Çeper çûn teqemenî man

Çarşem 3 Tebax 2022 - 21:33

  • HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wê bi çalakiyan 4 leşkerên din ên Tirk ên dagirker kuştine, droneyek û çeperekî çekên giran jî îmha kirine.

HPG’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wê bi çalakiyan 4 leşkerên din ên Tirk ên dagirker kuştine, droneyek û çeperekî çekên giran jî îmha kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi çalakiyên tîmên bi tevger, 4 dagirker ceza kirin, 2 dagirker birîndar bûn, droneyek û çeperekî çekên giran jî îmha kirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Metînayê

2’ê Tebaxê saet di 08:00´an de droneyek li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê digeriya ji aliyê hêzên me ve hate xistin.

2’ê Tebaxê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku dixwestin bombeyan li tunelên şer bibarînin, çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin. Teqemeniyên ku dagirkeran bi xwe re anî bûn, ketin bin kontrola hêzên me.

2’ê Tebaxê saet di 19:00´an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

2’ê Tebaxê saet di 18:30’î de artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr êrişî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir. Bi destwerdana hêzên me re dagirker neçar man vekişin û piştre bi çekên giran bombe li tunelên şer barandin.

Li Zê (Zapê)

2’ê Tebaxê saet di 07:50’î de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, hêzên me bi çekên giran li çeperekî dagirkeran ê çekên giran xist. Di encamê de çeper tevî 2 çekên tê de hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Avaşînê

2’ê Tebaxê saet di 17:15’an li Qada Berxwedanê ya Girê Werxelê li dijî dagirkerên ku dixwestin bi kepçeyan çeper çêkin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran hewldanên çêkirina çeperan a li deverê rawestand.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.