Nîna Sîmone ku weke pîyanojen û bestekareke jêhatî ya Afro-Emerîkî dihat zanîn, di heman demê de aktivîsteke berbiçav bû jî û di her fersendê de doza mafê reşikan kir. Hunermendê reşik yê serbixwe Dread Scott ji Nîna Sîmone îlham girt û bi çend stranan hunerê wê nirxand. Dread Scott jî ji ber çalakiyên xwe yên hunerî ji hêla dadgehên Emerîkî ve hatibû dadgehkirin û ji ber ku ala Emerîkayê şewitandibû, hatibû sûcdarkirin.
Hunerê Dread Scott jî di riya hunerê Nîna Sîmoneyê de ye û ew jî weke wê ruhekî serhildêr e. Dread Scott, Nîna Sîmoneyê weke “belaya sere xwe” îfade dike û dide zanîn ku ew pîyanîsteke gelek jêhatî ye û reşikên li Emerîkayê her bi hunerê wê serbilind bûne. Dread Scott got, “Ne tenê hunerê wê, her wiha têkoşîn û lêgerîna wê jî hêjayî nirxandinê ye. Ew jineke pirr wêrek bû. Min xwest bi çend stranan wê bi bîr bînim. Lê li hêla din jî min xwest xelk nihêrînên wê jî binasin.”
Stranên ku Dread Scott ji wan îlham girtye ev Mississippi Goddam (1964), Four Women (1966), I Wish I Knew How It Would Feel to be Free (1967), û Pirate Jenny (1964) ne.
Nexasim jî strana “Mississippi Goddam (Laneta xwedê lê be Mississippi” a sala 1964’an pirr deng vedabû. Ji lewre, li gelek eyaletên Emerîkayê hate qedexekirin û radyoyan jî newêriyabû stranê biweşînin. Lê Nîna Sîmoneyê bê tirs stranên xwe gotin.