Cenazeyên 3 koçberan vedigerînin Kurdistanê
Yekşem 26 Hezîran 2022 - 21:21
- Par li Girava Santurînî ya Yewnanistanê keştiyeke koçber tê de, binav bûbû û gelek koçber xeniqîbûn. Di nava wan de gelek Kurd jî hebûn.
Saziya Lûtke ya Karûbarên Penabaren a li Başûrê Kurdistanê, ragihand ku di 30’ê Hezîranê de cenazeyên 3 koçberên Kurd ên xelkê parêzgeha Silêmaniyê, wê ji Yewnanistanê vegerînin Herêma Kurdistanê.
Par li Girava Santurînî ya Yewnanistanê keştiyeke koçber tê de, binav bûbû û gelek koçber xeniqîbûn. Di nava wan de gelek Kurd jî hebûn.
Nûnerê Saziya Lûtke ya Karûbarên Penabaran ê li Yewnanistanê Şêx Hisên ragihand ku 30’ê Hezîranê, cenazeyên 3 koçberên Kurd bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ew ê vegerînin Başûrê Kurdistanê û got: “5 mehan piştî bûyera binavbûna keştiya koçberan a di 21’ê Kanûna 2021’ê de ya li Grava Santurînî ya Yewnanistanê, cenazeyê van hersê koçberên Kurd di çend qonaxên cuda de ji aliyê polîsên Yewnanistanê ve hatin dîtin.
Cenaze yên jinekê û 2 zarokan in. Navê jinê Emîre Osman a 33 salî ye, yek ji zarokan Rêjwar Rêbwar ê 8 salî û ya din jî Henase Hejar a 5 salî ye.
Şêx Hisên têkildarî aqûbeta koçberên din jî got: “Em baweriyê didin xizmên wan jî ku dosya hemûyan vekirî maye û em kar li ser dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN