Cenazeyên penaberan gihiştin Rojava

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 01:29

9 cenazeyên penaberên ji Kobanê yên ku li peravên Cezayîrê yên Deryaya Spî xeniqîbpn, gihiştin Rojava. Keştiya penaber tê de di 3′yê Cotmeha bihurî de noqî avê bûbû. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê, cenaze veguheztin Kobanê. Çav li rê ye cenaze li wir bên veşartin.

Cenazeyên 9 penaberên ji Kobanê bi rêya balafirgeha paytexta Lubnanê Beyrûtê bi hewldanên nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê veguhastin Sûriyê.

Di pêşwazîkirinê de malbatên qurbaniyan, şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û şandeyeke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amade bûn.

Li gorî qeydên Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê ew 9 cenaze yên Cuma Ferhan Kilîl (28), Basil Ebdulqadir Îsa (28), Xelîl Elaedîn Silêman (25), Qehreman Mehmûd Dawud (32), Ehmed Mihemed Remo (41), Xelîl Şêx Nebî Mihemed (16), Rênas Muslim Omer (30), Bekir Mihemed Bozan (47) û Bekirî Mihemed Elî (23) ne.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û malbatên wan cenaze veguhêstin Kobanê. Çav li rê ye cenaze li Kobanê bên veşartin.

Li ser mijarê Fermandarê Giştî yê QSD´ê da zanîn ku lazim e Rêveberiya Xweser şert û mercên siberojeke ewle ji bo welatiyan ava bike, da ku felaketên bi vî rengî neqewimin.

NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.