Cenazeyê Fermandar Awyer hat veşartin

Sêşem 19 Tîrmeh 2022 - 22:42

  • Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hewram Awyer ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku dawiya Gulanê li Çiyayê Bagokê di şer de şehîd bûbû, li Wanê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Hewram Awyer ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku dawiya Gulanê li Çiyayê Bagokê di şer de şehîd bûbû, li Wanê hate definkirin.

Cenazeyê fermandarê eyaleta Mêrdînê yê HPG’ê Hewram Awyer (Hesen Mehmûdî) yê 30’ê Gulanê di şer de li Çiyayê Bagokê şehîd bûbû, li Goristana mirovên bêxwedî hatibû definkirin. 

Piştî ku nimûneyên DNA’yê yên malbata wî li yên cenaze hatin, cenaze teslîmê malbatê hate kirin. 

Malbatê, cenaze doh sibehê li Wanê defin kir.  Ên bi cenaze re çûn, li ser rê ji aliyê polês û leşkeran ve hatin sekinandin û li nasnameyê wan hat nihêrtin.

Polêsan, dor li Goristana Karşiyaka ya ku cenazeyê fermandar Awyer lê hat definkirin jî girt û nehişt ji xeynê maliyên wî, kes bikeve nava goristanê.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.