Çêlek û hespên raxistî

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Tebax 2021 - 01:18

"Wa siwaro, wa siwaro, heke tu çûyî daweta paşê, mişkê mi jî li wir e. Jê re bêje, kêzê cil şûştin, raxistin li ber tavê…" 

Gava mirov van wêneyan dibîne, ev beşa çîroka "Kêzê Kêzxatûnê" tê bîra mirov. Lê naxêr, ev berhemên hunerî ne! Hunermend Helga Stenzel navê 'Smoothie and Pegasus' li wan kiriye. Ji herduyan re jî dibêje, "du hevalên diçêrin".
Smoothie berê xwe daye giyayê mêrgê û tenê çêre li bîra wê ye, Pegasus bi xwe hespek e û weke wê çêlekê rehet xuya nake. 

Ji bo hunerê xwe Helga Stenzel dibêje, "Ji bo min surrealîzma tiştên nava malê, elaqedar e bi peydakirina efsûnê di nava tişta dinyewî de, dîtina bedewiyê di tiştên ne tekûz de, û bi rêyekê girêdana wan bi rastiya me ve. Ez hez dikim ku bi wan teşbîhên kêfoyî bihisim - êdî fanereyekî li ser têlê raxistî yê dişibe hespekî be yan jî çi qetîtkek nanê dişibe serê kûçikekî." 

Hunermend îro li Londonê bimîne jî, ew li Rûsyayê hatiye dinê.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.