- Hogir Hirorî: Ji bo min girîng bû ku ez kesayeta Ziyad û Mehmûd jî bi dîmenan nîşan bidim. Min dixwest rastiya karên ku dikin, derxim holê. Min nexwest wan baş an jî xerab nîşan bidim. Jixwe xelk dibîne, karê dikin karê qehremantiyê ye. Wekî derhêner min xwest li ser hûrgiliyên karên wan bisekinim û karê wan bidim nîşan.
ARDÎN DÎREN
Derhêner Hogir Hirorî bi belgefilmên xwe Keça jiyana min rizgar kir, Paqijkerê mayinan û herî dawî Sabaya di çîrokbêjiya bi belgefilman de serketina xwe îsbat kir dibêje, "Kêfxweşiyek e ku belgefilm belav dibe û mirov li vê çîrokê temaşe dikin. Ev ji bo min serketinek e." Girtina dîmenên belgefilma Sabaya li kampa Holê û tehlûkeyên dema girtina dîmenan di çêkirina filma Sabaya de esas jiyana rojane ya bi tehlûke ya Ziyad û Mehmûd nîşan didin. Em bi Hogir Hirorî re yê ku dibêje, "Ez dixwazim tiştên bi serê miletê min de hatiye, ji kesên din re jî bibêjim", li ser belgefilmê, çêkirina wê û serpêhatiya Ziyad û Mehmûd peyivîn.
Derhênerekî Kurd ji Ewrûpayê radibe û dikeve pey çîrokeke bi tehlûke, tu çima ketî pey vê meseleya “Sabaya” yanî rizgarkirina keçên Êzîdî?
Gava ez hatim Ewrûpayê, Swedê, ez xortekî 19 salî bûm. Min biryar dabû ku ti carî li pey xwe nerênim. Min dixwest şer û xeman ji bîr bikim û dest bi jiyaneke nû bikim. Bixwînim û kar bikim û qet li wan deman negerim. Bes dema sala 2014’an DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir û nêzîkî bajarên din ên Kurdistanê bû, ez di nav şoke de bûm, şaş mabûm. Wek di xewnekê de bim, dîsa ew rojên şer yên berê hatin bîra min û van dîmenan ez birim zarokatiya min. Min bawer nedikir di demeke modern a niha de careke din ev şer biqewimin. Min dixwest şirketê Swedê li ser vî karî bixebitin û bi hêza medyayê vî şerî bidin sekinandin. Me nedizanî dê çi were serê welatê me! Min tim dîmen ji wan re dişandin û digot, "Ka em çi bikin?" Herî dawî rojekê min kamera û alavên xwe hazir kirin û xwest bilêtekê bikirim herim Kurdistanê. Pêşî gotin, cih tine lê piştî çar saetan li min vegeriyan û min berê xwe da Kurdisatanê. Di teyareyeke mezin de, em deh kes bûn. Hîseke xerîb bû ji bo min, hevjîna min jî ducanî bû û em li benda zarokekê bûn. Min malbata xwe li wir hişt û çûm, îhtimal bû ku careke din venegerim jî.
Min nedizanî dê li Kurdistanê çi bê serê min. Ji ber tirsa DAIŞ’ê xelkê mala xwe bar dikir, direviyan. Ji bo min gelek girîng bû ku ez biçim dîmenên van serhatiyan bigirim û bikim çîrok. Min dixwest van dîmenan bişînim ji televizyonên Swedê re û bibêjim va ye ev tişt bi serê miletê me de tên. Ji bo kes nebêje, em nizanin çi diqewime min ev dîmen girtin, ji bo min ya giring ev bû.
Di belgefilmê de tiştê herî zor û girîng peydakirina karekteran e. Di belgefilma “Sabaya” de jî du karekter hene. Mehmûd û Ziyad. Pirr wêrek tevdigerin û ji “Kampa Holê” jinên Ezîdî rizgar dikin. Te ev karakter çawa nas kirin?
Destpêkê min Ziyad nas kir. Hevserokê “Mala Êzîdiyan” bû. Bi riya Ziyad jî min Mehmûd nas kir. Di serî de biryareke ku li ser wan belgefilmê çêkim tine bû, min dixwest ji wan hîn bibim ka ew çidikin û rewşa welat çi ye. Min dixwest hîn bibim çi bi serê keçên Êzîdî de tê û li kur tên girtin. Piştî çend rojan, gelek dîmen ji min re şandin û ez jî bûm şahidê karên wan ka ew çi dikin. Wan jiyana xwe dixist nava tehlûkeyê û diçûn keçên Êzîdî yên ji Başûr hatine revandin, rizgar dikirin ji nav kampê. Ev kes bi dilxwazî dixebitîn. Ji bo min girîng bû ku ez li dor vê meseleyê herim û çîroka van kesan bibêjim û bikim belge. Du kesên şexsiyetên wan ji hev cuda ne. Ziyad bêhtir vekirî ye, ew çi karî dikin, dibêje û diaxive û her wiha şiroveyan jî dike. Baş guhdarî dike û dixwîne. Lê Mehmûd kesek cudatir e. Hizra wî tim li ser karê wî bû, gelek caran min jê dipirsî, wî tim digot “Erê erê” û tiştek din nedigot. Min fêhm dikir ku ew bi karê xwe re mijûl e. Ji bo min girîng bû ku ez kesayetiya wan jî bi dîmenan nîşan bidim. Wêrek in, lê min nedixwest wan weke qehreman nîşan bidim, min dixwest rastiya karên ku dikin, derxim holê û pê re mijûl bibim. Her wiha min nexwest wan baş an jî xerab nîşan bidim. Derdê min ne ev bû. Ji xwe xelk dibîne, karên dikin karê qehremantiyê ye. Wekî derhêner min xwest li ser hûrgiliyên karên wan bisekinim û karê wan bidim nîşan.
“Sabaya” çi dibêje ji mirovahiyê re?
Keçên Êzîdî 5-6 salan di bin zextên DAIŞ´ê de man. Min dixwest mirovahî bibîne ka çi bi serê van keçan û gelê min de hatiye. Gelek ji wan hatin rizgarkirin lê hîna jî bi qasî 2000 keçên Êzîdî winda ne û kes nizane çi bi serê wan de hatiye. Saziyên wek “Mala Êzîdiyan” karekî pirr bi qîmet dikin. Ev xebata wan hêjayî dîtinê ye. Mi jî xwest nêzî rûyê keçên Êzîdî bibim û tiştên bi serê wan de hatiye bi kesên din jî bidim hîskirin. Ji bo min girîng bû çîroka wan were zanîn û serhatiyên wan werin belgekirin. Gava kesên li belgefilmê temaşe dikin dibînim, ez hîs dikim ku ev peyam girtine.
We gelek dîmenên belgefilmê bi dizî girtiye, we çawa ev talûke da ber çavên xwe tu dikarî behsa dema girtina van dîmenan bikî?
Destpêkê gava ez çûm “Kampa Holê” du endamên asayîşa Rojavayê Kurdistanê ji bo tiştek neyê serê min, ewlehiya min saz kirin. Cara pêşî gava min hewl da ku kameraya xwe derxînim, min qêrînek bihîst. Asayîşê ji min re got, zû alavên xwe kom bike divê em ji vir biçin. Êriş çêdibûn û dawiya êrişan jî kuştin. Min wê gavê fêhm kir ku ji bo min gelek zehmet e ez rastiya kampê raxim ber çavan. Gava min kemaraya xwe derxista dê çavê her kesî biçûya ser kamerayê ji ber ku ji bo wan tiştekî xerîb bû. Ez li ser vê hizrê disekinîm û min digot, ez ê çawa rastiya vê kampê nîşan bidim. Cara diduyan ez bi Mehmûd re çûm kampê, min dixwest hin çavdêriyan bikim. Ez gelekî ditirsiyam piştî demekê di nav kampê de min Mehmûd winda kir. Ez her li alîkî diçûm û min rê jî nedizanî. Du kes hatin hember min bi Erebî gotin ku tu li çi digerî? Ez ji wan gelek tirsiyam û min ji xwe re got, dê min bikujin. Herî dawî min Mehmûd dît û min jê re got du zilam li pey min tên. Mehmûd got, “Ew hevalên me ne yên asayîşê. Ji bo ewlehiya te li pey te ne û ji bo kes fêhm neke tu kesekî xerîb î bi te re bi Erebî axivîn.”. Piştî wê demê min biryar girt ku ew cilên reş yên jinên DAIŞ’ê li xwe bikim û di bin wî cilê reş de li dinyayê meyzînim. Min kamerayê di bin cilê reş de bi kar anî. Min dixwest nîşan bidim di bin wî cilê reş de dinya çawa tê dîtin.
Ji girtina dîmenan heta niha tişta ji te re herî zahmet çi bû?
Ez ne xelkê Rojavayê Kurdistanê bûm. Li Rojava gelek civakên cuda hebûn. Di nav hêzên Rojava de Kurd, Ereb, Sûryanî û gelek komên din hebûn. Di nav asayîşê de jî yên Ereb gelek bûn. Ez gelekî ditirsiyam ji bo min kesekî ne Kurd bûya, min bawerî pê nedianî. Ji lewma min nedizanî, “ew ji kê ye û kîjan aliyî digire”. Min ji gelek kesan re digot, “Ez ji Qamişlo me.” Yên ku baweriya min bi wan dihat jî min ji wan re digot, ez ji Swedê hatime. Ev ji bo min pêvajoyeke pirr zehmet bû ji destpêkê heta niha. Gava Tirkiyê bi ser Rojava de girt û êriş kir, dîsa DAIŞ rabû û kesên li “Mala Ezdiyan” diman jî ditirsiyan û digotin dê DAIŞ wê me jî bikuje. Çend caran kemîn avêtin pêşiya wan, gava di seyarên xwe de diçûn bi çekan êrişî wan dikirin û gule dibarandin ser wan. Ez jî bûm şahidê van tiştan. Ji bo min tiştê herî zehmet, min nedizanî dê kêngî çi biqewime! Min nîşan nedida lê ez gelekî ditirsiyam. Lê diviyabû ez jî tevlî jiyana wan bibim û ji wan fêhm bikim û bi wan re bijîm. Bi vî awayî ez jî bûm parçeyekî jiyana wan ya rojane û min dîmenên xwe digirtin. Ji hêleke din ve jî ez li ser dîmenan difikirîm. Min digot ez ê van dîmenan çawa bikim belgefilm û rastiya jiyana wan nîşan bidim. Min qet ji wan pirs nekirin, min hewl da ku dîmenên min xwezayî bin û çîroka xwe li ser van dîmenên xwezayî saz bikim û veguherînim zimanê belgefilmê. Şêwazeke gelek zehmet bû ji bo min jî. Cara ewil bû ku ez bi vê şêwazê belgefilmê çêdikim. Lê min dizanîbû heger çêbe dê baş çêbe. Gava hevalên min yên şirketê jî gotin ev şêwazeke zehmet e tê karibî ji heq derkevî, min got, “Erê ez ê ji heq derkevim”. Jixwe montaja filmê jî min çêkir. Ji lewma min dizanîbû min çi dîmen girtine û ez ê çawa bi kar bînim.
Gelo ma jidil jî sînema ewqasî hêja ye ku mirov jiyana xwe ji bo filmekê bixe tehlûkeyê?
Ji bo min gelek hêja ye ku rastiyekê derxim holê û hin tiştan nîşan bidim yan jî bikim belge. Dixwazim nîşan bidim ka çi bi serê gelê me û civakên din de tên. Ji ber ku ev şer her tim dubare dibin, kes diguherin lê şer her wek xwe dimîne. Ev çîrokên şer her dewam dikin û li me vedigerin. Gava ez zarok bûm jî hêviya min ew bû ku ev tiştên bi serê miletê min de tên, werin belgekirin, ji ber ku pirr hindik dihatin belgekirin. Mixabin li gel tiştên qewimî, tiştên gelek piçûk hatine belgekirin û di vî warî de kêmasî gelek in. Tiştê herî girîng jî ew e ku wek Kurdekî ez bi xwe çîroka xwe bibêjim. Ez sînemavan im, ev karê min e. Ez dixwazim tişta bi serê miletê min de hatiye ji kesên din re jî bibêjim. Her wiha dixwazim ziman, çand û erdnîgariya welatê xwe jî bidim nasîn. Min ti carî nexwest ez bibim pêşmerge û çek bi kar bînim. Kuştin û şer nikare xelkê rizgar bike. Başiya şer qet tineye. Elbet xweparastin tiştek din e. Ez dixwazim şerê xwe bi vî awayî bikim û çîrokên rastiyê bibêjim. Ez dixwazim ew kesên van nebaşiyan tînin serê mirovahiyê jî li xwe temaşe bikin û xwe bibînin.
Te berê jî belgefilm çekirine û tu ji şêwaza belgefilmê hez dikî, di sînemaya Kurdan de rewşa belgefilmê û zimanê wê tu çawa dibînî û dinirxînî?
Gelek hevalên min ên sînemavan hene. Her tim ji min re dibêjin, “Hogir ev çi belgefilm in, were filmên din ên fîksiyon çêke. Ji bo te dê baştir be.” Li gor hizra min tişta belgefilm dikare bike, ti filma din nikare bike. Belgefilm jiyaneke rastî ye û bi çavên rastîn mirov hin tiştan dibîne. Heger mirov zanibe belgefilm çawa tên çêkirin û karibe xema xwe ji kesên din re jî bibêje jê baştir tiştek nîne. Yên bi girîngiya belgefilmê nizanibin, mirov nikare ji wan re tiştekî bibêje. Di sînemayê de belgefilm pirr girîng e. Gelek derhenerên Kurd ên din jî hene ku di karê belgefilman de jêhatî ne. Hizrê wan yên berfireh hene û belgefilmên baş derdixin holê. Li Rojhilata Navîn belgefilm wek tiştekî bê qîmet tê dîtin. Lê li Ewrûpayê û li gelek deverên din mirov bi çavekî din li belgefilman dinihêrin û gelek qîmetê didin belgefilman.
Sabaya heta niha li çend festîvalan hatiye nîşandan û çend xelat wergirtine?
Belgefilm heta niha li gekek ciyan hat nîşandan. Min 8 xelat girtine niha, ev xelat qelîteya wan gelek baş in û rê vedikin ji bo Oscarê. Helbet xelata herî baş me li festîvala “Sundance” girt. Di meydana belgefimên navneteweyî de xelata derhênerê herî baş me girt. Ew xelateke girîng bû, ji xwe piştî wê, belgefilmê dengveda û xelk pê hesiya. Niha film dê li Emerîka di sînemayan de were nîşandan. Hefteyên pêşiya me dê li Brîtanya, li London û gelek bajarên din jî were nîşandan. Her wiha belgefilm dê li gelek welatan di festîval û sînemayan de were nîşandan. Gava ev pêvajo bi dawî bibe, ji bo televizyonan jî em ê hazir bikin û dê gelek televizyon jî belgfilma me nîşan bidin. Kêfxweşiyek e ku belgefilm belav dibe û mirov li vê çîrokê temaşe dikin. Ev ji bo min serketinek e.
Serhatiya wî ew kir çîrokbêj
Hirorî li bajarê Dihokê ji dayîk bûye û zarokatiya wî li wir bihuriye. Ew kurê bavekî pêşmerge bû: "Ji ber bavê min pêşmerge bû em li deverekê nedisekinîn, her tim em jî bi bavê xwe re li dû şer bûn. Em ji ciyekî diçûn ciyekî din, jiyana me tim wisa derbas dibû. Min nizanibû mala me kîjan e, her ku em diçûn ciyekî ji min re digotin: Mala we ev e. Em her tim mêvan bûn li ciyan. Herî dawî sala 2001’ê em ji Kurdistanê derketin."
Ew hingê 19 salî ye û dîmenên Kurdistanê qet ji bîra wî naçin. Bi ya wî ew bi van bibîranînan karên baş dike: "Serhatiyên zarokatiya min îro dihêlin ku ez çîrokên baş çêkim bi riya filman û fêhm bikim ka çi tê serê welatê min."
Li Swêdê dibe penaber û li wir beşa Medya û Televizyonê dixwîne. Piştî ku xwendina xwe diqedîne, ew çend salan li gel şirketên Swedê karê televizyonê dike. Belgefilma xwe ya ewilî jî ji televizyonê re çêdike. Sala 2014´an wî dest bi çêkirina belgefilmên dirêj ên sînemayî kir. Heta niha wî 3 belgefilmên metraj dirêj û serketî çêkirine:
* The Girl Who Saved My Life (Ew keça jiyana min rizgar kiriye)
* The Deminer (Paqijkerê Mayînan)
* Sabaya