Cejna vejînê tê pîrozkirin

Duşem 28 Mijdar 2022 - 16:30

Li Bakur û Rojhilatê Sûriye yê li gelek bajar û navçeyan salvegera 44′emîn a damezrandina PKK′ê hat pîrozkirin. Her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê jî hatin şermezarkirin.

Li navçeya Holê, xwepêşandêran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re” hilgirtin.

Li Dirbêsiyê piştî meşê, mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Edele Misto salvegera 44′an a damezrandina PKK′ê li tevahî gel, malbatên şehîdan û têkoşeran pîroz kir.”
Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi meşeke girseyî salvegera PKK′ê pîroz kir. Xelkê wêneyên şehîdan, alên PKK′ê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Na ji terora Erdogan re

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê bi boneya pîrozkirina salvegera 44′an a damezrandina PKK′ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê meşeke girseyî bi erebeyan li dar xist. Meş ji bajarokê Baxozê ber bi bajarokê Hecînê ve dest pê kir.

Bi heman mebestê şêniyên Til Temirê jî meşek li dar xist, tê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, wêneyên Rêber Ocalan û pankartên “Na ji terora Erdogan re” girtin.

Şêniyên Minbicê bi diruşma “Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” bi sedan xwepêşandaneke girseyî li dar xist, salvegera PKKê pîroz kir û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 44. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi şahiyekî mezin hat pîrozkirin û di pîrozbahiyê de hat gotin ku wê sala nû bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Apo.

Li Mexmûrê pîrozbahiya bi heybet

Li aliyê din, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) salvegera 44´an a damezrandina PKK´ê bi tevlîbûna hezaran xwendekar, mêhvan û gelê wargehê bi coş hat pîrozkirin. Her wiha peyamên pîrozbahiyê yên Malbenda YNK’ê, Hizbî Şûî Kurdistan û Hizbî Zehmetkêşan ên Navçeya Mexmûrê yên ji bo salvegera damezrandina PKK’ê hatin xwendin.

Şahiya pîrozkirina salvegera damezirandina PKK’ê li Binarê Qendîlê jî bi coş û girseyî hat pîrozkirin. Peyamên PKK’ê û Tevgera Azadî hatin xwendin. Di peyaman de, êrişên li dijî gelê Kurd, bibiryarbûna têkoşînê, berxwedana gelê Kurd û rola gerîla, sekna gelê Kurd, giringiya yekitiyê hate îfadekirin. Li qada pîrozbahiyê alên PKK, HPG, KJK û wêneyê şehîdên pêşeng ên PKK’ê Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Egîd, Diyar Xerîb, her wiha wêneyê sembola Şoreşa Rojhilat û Îranê Jîna Amînî û dîsa wêneyên şehîd Nagîhan Akarsel û Bêrîvan Zîlan û gerîlayên demên cuda şehîd bûne, hatin hilgirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.