- Te bi film û wêneyên xwe dahfika herî dijwar veda li ber wan kesên kirêt û dirrinde, ew kes di kemîna filmên te de têk çûn, lê niha ê te çîroka te li seranserê welat digere li ser zimanê qewmê pezkovîyan.
ARDÎN DÎREN
“Kîjan şopa nicis li te da!
Ji çiyayê Tûjik te xwe berda
Xopanê vî bajarî dahfik li ber te veda
Pezkoviyê Cûdî, heyrano
Nikarim bidim melhema te jî…”
Arjen ARÎ
Va ye dîsa bihar hat heyrano... ew zozanên te ji wan hez dikir, xwe xemilandine bi sosinên bejî, di keviya zinaran de pirpizêk difitiqin. Berfa li ser guliyê daran diherike ber bi qontara Cûdiyê Miradan ve. Kaniyên bin zinaran diteqin û rûbar bi coş, boş diherikin. Pelên rojnivîskên te ji bin berfê hêdî hêdî serê xwe hildikin û ji me re qala Botanê dikin, ew Botana ku di biharan de bi rengên binevşî dixemile û dibe bûka Kurdistanê.
Pezkoviyên te ji wan hez dikir, di şiverêyan de li şopa te digerin, şervano. Ew hespên te ji wan hez dikir, di wan deştên bê ser û bin de hefsarê xwe diqetînin heyrano. Va ye, dîsa bihar hat û Kurdistan çiya bi çiya, kulîlk bi kulîlk navê te bi bîr tîne. Besta diqîre bi ser Botanê ve û dibêje, sînemagerek hebû li van çiyayan, wênegirek hebû li van geliyan, şervanek hebû li dû awirên gerîlayan.
Bi ku ve çû?
Ew bi ku ve çû? Wî dem û jiyana xwe ji bo kîjan nihêrîn û awirê gerîla terxan kir!?
Geliyê Besta her bihar, çavên xwe kor dike ji bo çavên te yên çê! Kambax bimîne kê ew dahfik li ber te veda. Kîjan çavsorî qesta çavên te yên şîn kir. Kîjan dirrindeyî dest dirêjî kameraya te kir. Tu dizanî heyrano, her bihar kamerayek çavikên objektîfa xwe dişikîne û dinale di newalên kûr yên Bestayê de. Her bihar wênekêşek deqlanşora xwe ko dike ji bo tiliyên destê te. Heyrano, dîmenên biharê li benda te ne. Va ye, Botan gazî te dike dîsa, dixwaze te di hembêza Cûdiyê Miradan de careke din pêşwazî bike. Va ye, dîsa bihar hat û dîmenên li gorî dilê te, kêliyên li gorî çavên te yên çê, dibiriqin li Botanê.
Bihar bîriya te dikin
Te di nav demsalan de herî zêde ji biharan hez dikir, va ye, dîsa biharên Botanê bêriya te dikin.
Va ye bihar hat û Botan kesereke kûr dikişîne ji bo çavên te yên çê yên çiyayî. Ji lewma kesî wek te xweşik nenihêrî li asoyên Botanê. Asoyên Botanê bi kameraya te kûrahî nas kirin. Te kêliyên nemir yên gerîlayan li jiyana me zêde kirin. Te li wêneyên xwe asoyên bêdawî siwar kirin. Çavên te, rojnivîskeke dîrokî, çavên te arşîva berxwedaneke bêhempa. Heyrano, tu hay jê heyî nizanim, lê Botan her bihar rûpeleke din zêde dike li rojnivîska te, Botan her bihar wêneyekî din li albûma te zêde dike, Botan her bihar filmeke nû dirêse li dû çûyina te.
Ji wê rojê ve Cûdî guherî
Pezkoviyê Cûdî,
Çûna te wek payîzokekê di gewriya geliyê Besta de asê ma.
Ji wê rojê ve dengê dengbêjan bêhtir zîz derdikeve. Ji wê rojê ve, newal û geliyên Botanê pezkoviyên xwe ji dehfik û kemînan diparêzin û nahêlin pezkovî di zinaran de wer bibin!
Pezkoviyê Cûdî,
Sûlava Kêla Mamê,
Botan bêriya herikîna te ya zelal dike!
Nifirnameyek
Kîjan şopa nicis li te da!
Bila ti carî bi miradên xwe şa nebin ew kesên herikîna te birrîn. Bila Cûdiyê Miradan li wan bê xezebê, Bila geliyê Besta bibe dojeha wan!
Bila ti carî nebin xwediyê çiyayekî û bila bê çîrok bimînin ewên kemîn avêtin pêşiya te. Tu dizanî hayrano, li vê dinyaya kambax tişta herî xerab ew e ku çîrokeke mirov tine be! Tişta herî dijwar ew e ku çiyayekî mirovî tine be ku mirov hembêz bike!
Ji lewma, tu xeman nexwe hayrano, ê te bi qasî bejna çiyayên te çîrokên te hene. Bi qasî dirêjiya çîrokên te çiyayên te hene. Tu rêwîyekî dilşad û dilpak î, qet xemê nexwe, dehfik û kemînên wan nikarin bi bîranînên te. Filmên te, berhem û hunerê te ji kemîn û êrişên wan mezintir in.
Te bi film û wêneyên xwe dahfika herî dijwar veda li ber wan kesên kirêt û dirrinde, ew kes di kemîna filmên te de têk çûn, lê niha ê te çîroka te li seranserê welat digere li ser zimanê qewmê pezkovîyan.
Behîname
Hayrano, tu kadraja xwe bi awirên gerîlayekî girêbide dîsa. Pelên nû zêde bike li rojnivîska xwe. Ji bîr neke û aram be, em hîna jî xwe li ber tîna dîmenên te germ dikin.
Heyrano, pezkoviyê Cûdî,
Her bihar rojnivîskek perê xwe diqetîne ji bo bibîranînên te tim zindî bimînin!
Her bihar li dû te qevdek nivîsên nû diherikin ber bi Botanê ve.
Her bihar li dû te qevdek wêne diherikin ber bi Bakûrê dilê me ve.
Her bihar li dû te komek gerîla awirên nû girêdide ji bo çarçoveya kameraya te.
Û her bihar li dû te gurzek dîmen diherikin ber bi sînemaya jiyana me ve.
Jînenîgeriya Xelîl Dag
Xelîl Dag (Halil Ibrahim Uysal) sala 1973´yan li Elmanyayê hat dinê. Ew çavekî gerîlayan bû ku tim û daîm wêneyên jiyana gerîla û çiyayên Kurdistanê digirtin. Ew ji pêşengên sînemaya çiyê ye jî. 1’ê Nîsana 2008’an li Bestayê di şerê li dijî dagirkerên Tirk de şehîd bû.
Xelîl Dag bi dayika xwe Kurd bû, bavê wî Tirk bû. Piştî qedandina dibistana destpêkê li Elmanyayê wî li Izmîrê li kolejeke taybet xwend. Piştre ew dîsa diçe Elmanyayê û dest bi kar dike. Ji bo vê jî dersên wênegiriyê jî digire. Gava ku xebatên damezrandinê yên MED TV´yê dest pê kirin sala 1994´an ew bû yek ji xebatkarên wê yên destpêkê weke kameraman.
Ew sala 1994´an tevî kameramanekî din çû Şamê ji bo hevpeyvîneke bi Rêber Abdullah Ocalan re. Wî dê paşê bigota, bi vê hevpeyvînê wî biryar daye tevlî nav refên PKK´ê bibe. Gava ku ew Gulana 1995´an dîsa çû Ewrûpa, 6 mehan li kampên PKK´ê perwerde bûbû.
Ji dawiya sala 1995´an û pê ve ew para bîhtir li Iraqê bi cih bû û ji bo MED TV´yê dîmen girtin û hevpeyvîn çêkirin li çiyayên Kurdistanê. Wî dîmenê xistina helîkoptera kordînasyona operasyona dewleta Tirk a li dijî gerîlayan Adara 1997´an girtin.
Wî di heman demê de ji gelek rojnameyên Çapemeniya Azad re jî meqale nivîsandin.
Gava Dibistana Çand û Huner a Şehîd Sefkan hat damezrandin, ew jî bû endamê wê. Li wir wî dest bi çêkirina filman kir. Wê bi giştî şeş film çêkirin: Tîrêj (2002), Eyna Bejnê (2002), Kilamek ji Zagrosê, Firmeskên Ava Zê (2005), Bêrîtan (2006), Nepeniya Rûyê Me. Dirêjiya filman ji 29 deqîqeyan heta bi 162 deqîqeyan diguherî.
Sala 2007´an wî projeya xwe ya film a ji Başûr ber bi Bakur ve da destpêkirin. Yanî wî dê dîmenên gerîlayan ên ku ji Başûr diçûn Dêrsimê bigirta. Lê belê 1´ê Nîsana 2008´an, li Bestayê di şerê li dijî artêşa Tirk dagirker de jiyana xwe ji dest da.