Çarşikelta Milazgirê 1

Melîk AYKOÇ nivîsand —

Pêncşem 10 Îlon 2020 - 23:00

Di vê gotarê de du mijarên girîng hene. Yek armanc û peyama dagirkeriyê ya li ser vê herêmê xistine rojeva xwe. Ev çend sal in ku bê navber vedikolin, hûrdikolin û bi zanistî derdixin rojevê. Ya diduyan jî, hin rastiyên ku çîrokên gelê me bi giştî dihewînin, xwerû jî çîrokek gelê me yê li herêmê, xwedan naverokeke taybet e. Ez ê bi hêvîya di dema pêş me de hin lêkolînên bingehîn ên bikanin mijarê baş verisînin, pêk werin, van mijareyan vedikim.
Milazgir, kilîta derî di ser dagirkerekî de girt û ew ji wê xakê qewitand, lê ji dagirkereke hê dirinde û xwinxwartir re derî vekir. Bêguman, çiqas leşkerên Merwanî û eşîrên Kurd yên din di wî şerî de cih girtine, ev erênî bû, yan nerênî bû, bi serê xwe mijara gengeşiyên bingehin e. Lê mijara me ne ev e. Dagirkerên ji Asyayê hatibûn, li wir pêlê pişta me kir û li ser pişt û xwîna me ji xwe re cihanek û dîrokek qirêj ava kir. Bêgûman ev jî mijara gengeşiyê ye. Her wiha vê pirsê jî tîne bîra mirovan: Gelo ew hêza ku îro li başûr wek mînaka Milazgirê bi heman dagirkerî re têkiliyeke dostaniyê daniye, di têgîhîştina encama vê kilîta Milazgirê de ye? Bawer nakim, mixabin ku rastiyên dîrokê û em ji hev gelek dûr in.
Dagirkerên Tirk yên bi mejiyê paşverûtiya Osmaniyan dîsa dixwazin Malazgirê ji bo têkbirina doza Kurd têkin pêpêlika helperîn û pêngaveke nû. Gelek derdorên hevkar û cehş jî amade kirine. Di nava vê projeyê de, qesreke serokkomariyê li nêzê Xelatê ava dikin. Beşa duyemîn ya projeyê xwerû jî lêkolînên şerê Milazgirê ye. Navê projê wiha ye: “Şerê Milazgirê derxistina rojevê û li ser nexşeya dijital nîşandayîn” e! Serokê projeyê Prof Dr. Adnan Çelîkê pisporê Serdema Navîn ragihandiye ku ew li ser dîroka Selçûkiyan dixebitin. Bi 30 akademisyenên ji zanîngehên cûda, hewl didin ku cihê şer li Milazgirê tespît bikin û bi lêkolînên arkolojîk rewşa demê zelel bikin. Di dawiya gotinên xwe de jî wiha pêde diçe: “Serok komarê me, ji bo teşvîkkirinê ev sê sal in ku li ser hev tevê pîrozbahiyên Milazgirê dibe! Di warê lêkolînên li ser keleha yan jî Çarşîkelta Milazgirê jî wê tenê li ser dema Îslamê, Akkoyunan (Beranan) û Osmaniyan rawestin“ Ev hewldanên wisa di paralêla çewisandin înkar û kotekê de tê birêvebirin. Dixwazin vê carê jî gora me li ser bingehê destpêka xwe ya Milazgirê bigîhînin encamê.
Mijara dudyan: Di nava gelê me yê li herêmê de çîrokek gelek taybet tê vegotin. Bi dîtina min beşeke vê çîrokê rastiya dîroka me di xwe de vedişêre. Çîrok wiha ye: Berê îslamê li herêma Milazgirê gelekî atêşperest /agirperest jiyaye Mîrekî wan yê bi navê Teymus hebûye, dema Beşîrê kurê wî diçe dibe misliman, Teymus zimanê wî jêdike û ji herêma Milazgirê dike der. Ew jî diçe Mekkê mijarê ji rêberên îslamê re dibêje. Hz Elî bi artêşeke mezin tê Milazgirê, leşkerên wî pir tî bûne, bîrekî hebûye, lê tê de marên bi jehr hebûne, eger leşkeran vexwarana, dê tev de bimirana. Bi duayên Hz. Elî jehra maran wenda dibe û ava bîrê ji jehrê paqij dibe û leşkeran av vexwarine. Elî ew Teymus kuştiye û hawîrdor bûye misliman.
Ji ber ku çîrok hin rastiyên dîrokî werdigire, em vê çîrokê hinek vekin û bi rastiyên wê serdemê re birûberînin. 1 – Mijara bîra avê sewirandineke çîrokî ye lew re, her derê Milazgirê tije av e, pêdivî bi bîran tine. 2 – Bi zelalî tê zanîn ku fermandarên artêşa Îslamê Xalit Bîn Welîd, Îyaz bin Ganem û Sa`d bin Ebu Vakkas tevahiya devera Kurdistanê dagirkiriye. Hz. Elî di wan şeran de cih negirtiye û nehatiye Kurdistana bakur. Kurdistan bi girani di dema xelîfe Omer bin Xatap û Osman de hatiye dagirkirin.
3 - Ev herêm di dema Ûratuyan de jî war û cihê gelê Kurd bû. Jixwe navê wan ê bingehîn Xaldî ye. Hê jî eşîra Xaldiyan li herêma Xerzan hene. Di dema dagirkeriya artêşa Îslamê de beşeke eşîra Bilikyan û eşîrên din yên li vir dijiyan, ji bo ku xwe ji êrişên îslamê biparêzin, dikevin nava Ermeniyên xiristiyan, xwe xiristiyan nîşan didin û di pêvajoya salan de dibin xiristiyan û di nava Ermeniyan de dihelin. Hê jî piraniya Ermeniyên ji devera Kop, Milazgir, Gimgim, hetanî diçe digîhîje Tuxê (Tatvan) dibêjin; “EM BILIKÎ NE.” hin eşîrên bûnin misliman jî ji xwe re bilikî dibêjin. Li gel wê zîyaretên vê herêmê jî vê destnîşan dikin. Ziyaretên; Tirbê Zîro, Vangasora li dîharê çiyayê Bilîcanê, Qolî Baba, Xizir Baba û yên din hem ji bo Ermeniyên herêmî (Bilikî) hem jî ji bo Misliman û Reya Heq yên li herêmê dijîn pîroz in. Yanê ji pîroziyên xwe yen berê îslamê ti nirxekê wenda nekirine. Devera Patnosê jî cih û warê eşîra Sipkîyan e. Her wiha di femana salên 1830 -1850 yî de jî, li vir bi dehezaran Kurdên Êzdî bi komkujî hatin kuştin, bi dehezaran jî koçber bûne û çûne deverên din. Hîna jî Erdogan ji gelê me re atêşperest dibêje. Kurt û kurmancî ev çîroka di nava gel de tê vegotin, di xwe de vê rastiyê werdigre.
Ji ber ku ev xalên di vê mijarê de hatine ragihandin pir gîrîng bûn, min keleha Milazgirê kir du beş. Hin cigehên dîrokê rengê civaka me jî destnîşan dikin. Ev mijarên di vê gotarê de bi rastî jî hêjayê lêkolînên bingehînin. Hêvî dikim hin lêkolîner, berê xwe bide van mijareyan û bi kûrahî zelal bikin. Hetanî başa din bimînin di nava xweşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.