Çarşema Zîpa pîroz dikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Adar 2024 - 00:15

  • Şaneşîn Performans, Nîsk Huner û Mordem Huner bi awayekî hevpar “Çarşema Zîpa” pîroz dikin ku ew rêûresmeke kevn a Kurdan e. Çalakî li Mêrdînê dest pê kirin û ewê li Êlih û Amedê jî werin lidarxistin. 

"Zîp im zîpedar im

Ku bibarim xweşbihar im

Ku nebarim sermadar im."

Çarşema Zîpa yek ji rêûrsemên Kurdî ye ku bi salan hatiye pîrozkirin. Çarşema Zîpa her sal hefteya pêşî ya meha Adarê tê pîrozkirin. Li gor vê rêrûsmê bi meha Adarê re baranên demsala biharê dibarin û zivistan bi dawî dibe. Lê heger baran nebare tê wê maneyê ku ew ê zivistan bi dawî nebe û bihar jî neyê. 

Çalakiyên “Çarşema Zîpa” bi rêveberiya Mordem Huner, Nîsk Huner û Şanaşîn Performansê pêk tên. Her sê sazî di çarçoveya projeya "LabHub"ê ya ku bi piştgiriya Vaha pêk tê hatin gel hev û ev çalakî lidar dixin. Çalakiya yekem li Mêrdînê bi pêşengiya Şaneşîn Performansê pêk hat. Çalakiyên Çarşema Zîpa 13’ê Adarê ew ê li Êlihê û 20’ê meha Adarê jî li Amedê werin lidarxistin. Di çalakiyan de ew ê ji bo zarokan danûk werin belavkirin û her wiha ew ê kargehên hunerî jî hebin. 

Rêûresmeke kevnar e

Şanoger Recep Îçen û Barış Işık ji bo çalakiyên “Çarşema Zîpa” daxuyaniyekê belav kirin û gotin; “Her miletek bi şêweyekî û bi rêûresmên li gorî baweriyên xwe yên dînî û ritûelên xwe pêşwaziyê li hatina sala nû dikin. Çarşema Zîpa jî ji yek ji wan ritûel û şahîyan e. Diyarkirina vê rêûresmê ku di her warî de şopa rabihuriyeke kevnar di hundirê xwe de dihewîne, ne hêsan e. Ev rêûresm bêhtir li gundên Dêrsim, Amed, Êlih û li derûdora Mêrdînê tê pîroz kirin. Navê vê rêûresmê jî li gorî hin herêman diguhere, yên ku mîna Qereçarşem, Çarşema Reş, Çarseme Şaî, Qere Çarşema Zîpikan û Axirçarşemba yê jî pîroz dikin hene.”

Çarşema ewil a meha Adarê 

Li ser pîrozkirina Çarşema Zîpa jî wan di duxuyaniya xwe de got; “Çarşema Zîpa, çarşema ewil a meha Adarê dest pê dike û bi sê çarşeman dewam dike. Di ritûelê de wisa tê qal kirin ku, di Çarşemên Zîpan de dê baran bibare, bihar xweş derbas dibe, eger nebare, zivistan berdewam dike. Di wê rojê de şahîyan lidardixin, kî wê rojê çi karî bike heta salekê di wî karî de dimîne û berdewam dike, dijmin û neyar li hev tên û digel hevdû aşt dibin û bi hev re diaxifin. Tê nîyet kirin ku, di wan rojan divê ku xwarinên xweş bên çêkirin û peyvên nexweş, ji devan dernekevin.”

Li Mêrdîn, Êlih û Amedê tê pîrozkirin

Saziyên ku bi awayekî hevpar çalakiyên “Çarşema Zîpa” lidar dixin dan zanîn ku ew ê li sê bajaran van çalakiyan bibin serî û gotin; “Me jî xwest ku vê rêûresma bi kurdî bi awayekî hevpar ji nûve vejînin. Me çalakiya xwe ya li Mêrdînê bire serî. Niha jî di dorê de Êlih û Amed heye. Çalakiyên me ew ê di 13’ê Adarê de roja Çarşemê li Êlihê berdewam bikin û 20’ê Adarê roja Çarşemê li Amedê werin li dar xistin û bi dawî bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.