Çareserî bi têkoşîna azadiyê ye
Sêşem 31 Kanûn 2024 - 03:15
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku yekane rêya rizgariya ji krîza netewe-dewletê ya li Rojhilata Navîn çareseriya neteweya demokratîk e û got: Çareserî wê bi têkoşîna azadiyê ya gelan, jinan û hêzên şoreşger pêk were.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna taybet a ji bo ANF'ê re di çarçoveya pirsgirêka Kurd, Îran, Tirkiye û Îsraîlê de bûyerên di sala 2024'an de li Rojhilata Navîn qewimîn û perspektîfên çareseriyê nirxand. Cemîl Bayik derbar rewşa Rojhilata Navîn de ev nirxandin kirin:’’Niha li Rojhilata Navîn dîzaynek nû tê pêşxistin. Dema Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin forma netew-dewletê jî tê derbaskirin. Bêguman ji nû ve dîzayna Rojhilata Navîn ne pêvajoyeke ku îro destpê kiriye. Bi rûxîna sosyalîzma pêkhatî ve têgeheke hatiye rojevê ye. Li milê din ev pêvajo gelek biêş e. Bêgûman bingeha vê pevçûnên berjewendiyan e. Him di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de pevçûnên berjewendiyan çêdibe, him jî di esasê xwe de hêzên kûrevî hêzên statukoparêz tên hemberî hev. Ev jî dihêle ku him pêvajo dirêj bibe him jî bi pevçûn derbas bibe. Wek tê zanîn di çarçoveya dîzayna Rojhilata Navîn de mûdaxeleya destpêkê li Iraqê hat kirin û li Iraqê rejîma Baasê rûxiya. Rêber Apo got, bi ketina Sedam re li Rojhilata Navîn pergala netew-dewletê rûxiya. Geşedanan gotina Rêber Apo piştrast kirin, pey re jî li Rojhilata Navîn rejîmên netew-dewletan yan ketine yan jî bûne navenda pevçûnan. Niha ev pêvajo bi pêşketinê didome. Wek tê zanîn herî dawî jî li Sûriyeyê rejîma Baasê ya ku netew-dewletê temsîl dike jî rûxiya. Di destpêka sedsala 20'emîn de ji bo împaratoriyên Elman, Awûsturya û Osmanî bên belavkirin formê netew-dewletê li gorî berjewendiyê modernîteya kapîtalîst bû. Lê niha ji çavê modernîteya kapîtalîst a ku pêvajoya kurevîbûnê jiyan dike derketiye, hatiye astekî ku zirar dide. Ji ber vê dewsa netew-dewletê dixwazin pêkhateyên federatîf ên hîn biçûk û esnek pêş bixin. Bi vê re dixwazin gera sermayeyê ya kûrevî û qezencê wî biparêzin. Bêguman wekî ya di avakirina netew-dewletan de pêş xistin, di derbaskirina netew-dewletan de jî rêbaz, dîsa perçe bike û bi rêve bibe ye. Polîtîkaya perçe bike û bi rêve bibe rêbazê emperyalîzmê ya herî bijarte ye.
Dewleta Tirk bi fikar e
Yê ku ji vê pêvajoyê herî bi fikar dewleta Tirk e. Du sedemên esas ên vê yekê hene. Ya yekem, ew bi xwe dibîne, dema ku li Rojhilata Navîn hevsengî ne li gorî netew-dewletê jinûve tê avakirin, ew ê nekare qirkirina Kurd a berê bimeşîne. Jixwe Kurd li herêmê bûne xwedî hêzeke girîng. Ya duyem, êdî ji bo dîzayna jinûve ya Rojhilata Navîn, wezîfeya aktorê sereke tê dayîna Îsraîlê. Berê Îsraîl ev qasê dernediket pêş. Niha yê li pêş Îsraîl e. Dîsa bi Îsraîlê re Siûdî Erebîstan. Tirkiye jî berê li pêş dihat girtin, lê niha paşve tê dehfdan. Di rastiyê de rola ji bo Tirkiye hatî dayîn, bi dawî bûye. Bê guman, Tirkiye bi temamî ji derve nayê hiştin, ji aliyê sîstemê ve nayê hedefgirtin. Niha dewleta Tirk hîn bêhtir weke hêzeke tê karanîn e. Bi taybetî Tayyîp Erdogan weke qoçberan tê karanîn. Di rewşa li Sûriyeyê de roleke wiha dan wî û derketiye holê ku Tayyîp Erdogan jî ev rol lîstiye. Bê guman dewleta Tirk jî dixwaze xwe ji bo bikaranînê pêşkêş bike, bi vî rengî rewşa xwe xurt bike û li ser vî esasî di pêvajoya nû de armanc dike ku plana qirkirina Kurdan bidomîne.
Hêzên li ser Îsraîlê gef in tên tinekirin
Dema ku Îsraîlê di pêvajoya nû de rolê aktorê sereke girt, divê heyînên ku rola nû ya Îsraîlê asteng dikin û gefê li ewlehiya wê dixwin bihatana tunekirin. Destpêkê Hamas, piştre Hîzbullah û herî dawî Sûriye li ser vî esasî hate hedefgirtin û êdî ji bo Îsraîlê nebû gef. Weke tê zanîn li pişt van hêzan, weke esas Îran heye. Lewma di hedefa vê planê de Îran heye. Jixwe weke tê dîtin şerekî ku pêl bi pêl ber bi Îranê ve belav bibe, tê pêşxistin. Niha nîqaş tê kirin ku ev pêl wê derbasî Iraqê jî bibe. Eger mîna li Sûriyeyê, li Iraqê jî dijberê Îranê geşedan çêbibin, Îran wê hîn bêhtir zehmetiyan bijî.
Îran û Tirkiye di zehmetiyê de ne
Niha Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, netewdewletên Îran û Tirkiyeyê ku du hêzên sereke yên herêmê ne, di nava rewşeke zehmet de ne. Ji ber avaniyên xwe yên statukoparêz li hemberî hêzên sermayedar ên global di nava nakokiyê de ne. Di gel ku em dizanin statukoya netewdewletan li hemberî berjewendiyên pergala sermayeya global nikare li ser piyan bimîne yan wê bi destwerdanên cuda werin hilweşandin yan jî wê xwe veguherînin û li gorî pergalê tevbigerin. Weke Sûriyeyê wê statukoya netewdewletan nikaribe xwe veguherîne. Ne Sûriyeyê kariye vê yekê bike ne jî yên pêşiya wê. Ji ber ku ji bo vê yekê demokratîkbûnek hewce ye. Ev yek li gel zîhniyetên netewdewletan pir kêm e. Ji ber wê yekê pêvajoyeke destwerdan û hilweşînan li pêşiya me ye. Li gel dîzayna nû ya Rojhilata Navîn rola pêşengtiyê ya beriya niha dane Tirkiye û Îranê ji Îsraîl û Erebistana Siûdî re hate dayîn. Xetên enerjî û bazirganiyê yên nû jî li gorê vê yekê hatine avakirin. Her wiha Peymana Îbrahîmî ya bi armanca bidawîkirina pevçûnên di navbera Ereb û Cihûyan de jî di vê çarçoveyê de hatiye îmzekirin. Li Rojhilata Navîn bidawîbûna nakokî û pevçûnên di navbera Ereb û Îsraîlê de gelekî girîng e. Ji ber vê yekê beriya niha rola sereke ji Îran û Tirkiyeyê re hate dayîn. Her wiha hêzên ku herî zêde ji van nakokî û pevçûnan sûd wergirtine, Îran û Tirkiye bûn. Niha ev yek ji holê rabûye. Dema ku em vê yekê jî li ber çavan digirin, em dibînin hêzên ku herî zêde ji vê pêvajoyê bandor û aciz bûne Îran û Tirkiye ne.
Tirsa dewleta Tirk Kurd in
Tişta ku dewleta Tirk bi pergalê re rû bi rû hiştiye ne faktorên hundirîn in, geşedanên derve ne. Ev yek jî ji ber pirsgirêka Kurd e. Tirsa herî sereke ya dewleta Tirk, Kurd in. Ji ber ku xwedî zîhniyeteke wisa ye ku dijminahiya gelê Kurd dike, dikevin nava wê bendawariyê ku dixwazin hemû geşedan û guherînên derve xizmeta qirkirina gelê Kurd bikin. Li dijî hemû geşedanên ku ne di çarçoveya vê yekê de ne derdikeve û teqez ferz dikin ku xizmeta vê yekê bikin. Ji ber vê yekê hêza ku herî zêde dûrî guherînê ye. Lê belê bi şertê zirarnedayîna polîtîkayên qirkirina gelê Kurd, avaniyeke ku dikare bikeve her cure têkiliyan jî heye. Ev yek jî dike ku dewleta Tirk ji aliyê her kesî ve gelekî were bikaranîn. Xwedî karektereke wisa tund û bê prensîb e. Di rewşa heyî de nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî geşedanên li Rojhilata Navîn, tam jî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê bi awayekî tund li hemberî guherînê derdikeve. Lê belê dema ku dibîne guherîn pêk tên, vê carê jî daxilî plana ku li dijî wê derdikeve û di çarçoveya berjewendiyên xwe de hêza xwe ya leşkerî, siyasî û dîplomatîk bi kar tîne. Herî dawiyê di mijara Sûriyeyê de jî pratîkeke bi vî rengî nîşan da. Di mijara Sûriyeyê de yekser pişta xwe da Rûsya û Îranê ku hevalbendê wan bû û daxilî plana DYE’yê ya li hemberî wê derdiket, bû. Nêzîkatiya li hemberî mijara Sûriyeyê di heman demê de ji aliyê nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn ve girîng e.
Rizgarbûn forma netewa demokratîk e
Yekane rêya rizgarbûna ji krîza netew-dewletê ya li Rojhilata Navîn, çareseriya netewa demokratîk û forma netewa demokratîk e. Ne modelên hêzên sermayeya kûreyî, ne jî netew-dewlet dikare pirsgirêkan çareser bike. Statukogeriya netew-dewletê ya heyî, jixwe çavkaniya pirsgirêkan e. Lewma mirov ti çareseriyê ji wê hêvî nake. Di rastiyê de jî zihniyeta yekperest, madîperest, xespkar û desthilatdar a di nava netew-dewletê de, xwe didomîne. Heta ku evane neyên derbaskirin, çareseriya rast a pirsgirêkan jî pêkan nabe. Ya ku çareseriyê pêş bixe, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hêzên demokratîk, şoreşger, jinan û gelan e. Ev çareserî bi netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk re bi ruh û zindî dibe. Aliyên ku di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de şer dikin, hêzên ku îdeolojiya modernîteya kapîtalîst esas digirin in. Têkoşîna di navbera wan de, têkoşîna berjewendiyê ye. Lewma cihê ku hêzên şoreşger û demokratîk lê disekinin, cuda ye. Xeta me, xeta modernîteya demokratîk e. Ev cudahiyeke îdeolojîk e. Em ne alîgirê hêzên ku di nava xwe de şerê berjewendiyê dimeşînin û armanc dikin ku hukim li ser civak û xwezayê bimeşînin in. Eger em bi kurtî diyar bikin, hêzên şoreşger û demokratîk ne alîgirê vî şerî ne. Di heman demê de hêzên şoreşger û demokratîk li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst têkoşîna îdeolojîk, siyasî û leşkerî dimeşînin. Ev weke xeta siyasî ya sêyemîn tê pênasekirin. Lewma xeta siyasî ya sêyemîn, siyaseteke alternatîf e. Hêza xwe ji civak û têkoşînê digire. Rêber Apo formula dewlet+demokrasî diyar kir. Espriya vê ev e, dewlet wê civakê (civaka bi rêxistinkirî) qebûl bike, di vê rewşê de dibe bi dewletê re konsensusek bê çêkirin. Formula dewlet+demokrasî, weke rêbaza çareseriyê ya herî kêrhatî tê dîtin.
Stratejiya esas şerê gel ê şoreşgerî ye
Eger em bal bikişînin ser rewşa gelê Kurd, di demeke ku gelê Kurd nava hebûn û tunebûnê diçe û tê de, bi pêşengiya tevgera me têkoşîneke mezin da. Bi têkoşînê re xwe jinûve ava kir, veguherîneke mezin jiyan kir. Zanebûna neteweyî, îrade û nasname bi dest xist. Şoreşa vejînê jiyan kir. Zihniyeta netew demokratîk bi dest xist. Zanebûna xweparastinê qezenc kir. Bi paradîgmaya nû ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin re, ronîbûnek nû çêbû. Li ser bingehê xeta demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê xwe perwerde kir. Eger em niha bêjin hêza herî polîtîk, rêxistinkirî û dînamîk a Rojhilata Navîn e, di cih de ye. Teqez, em gelek in ku bi hêvî û ronahiyê li siberojê dinêrin. Weke tevger jî em ji her demê hîn bihêztir in. Helbet xeteriyên cidî li pêşiya me ne. Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, dest ji armancên xwe yên qirkirinê bernedaye. Li aliyekê ji geşedanên li Rojhilata Navîn bi fikar e, li aliyê din ji firsendê sûd werdigire û ji bo tasfiyekirin û qirkirina Kurdan tevdigere û plan dike. Em dibînin ku li Sûriyeyê çawa hewl dide rewşa nû bi kar bîne, ji bo vê pêvajoyê veguherîne pêvajoya tasfiyekirina Rojava hêza xwe ya leşkerî, siyasî û dîplomatîk çawa seferber kiriye. Xeteriya esas ev e. Yekane rêya pûçkirina vê yekê jî, berxwedaneke topyekûn a li ser esasê stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Rêya serketinê, di vir re derbas dibe. Sala 2025’an wê li ser vî esasî ji bo gelê me bibe sala serketinê. Gelê Kurd ne li pey ti desthilatdariyê ye. Li welatên ku lê ye, bi gelan re têkoşîna azadî, wekhevî û pêşxistina jiyana hevpar dimeşîne. Ev têkoşîna rewa û demokratîk a gelê me, teqez wê bi ser bikeve.
NAVENDA NÛÇEYAN