Çareserî bi rêveberiya xweser e

Duşem 8 Mijdar 2021 - 22:07

  • Berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd got, ji bo Idlibê û deverên din ên dagirkirî yên Sûrî, divê çareseriyeke bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û misogerkirina vegera koçberan bê peydakirin.   

Ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) Nazim Daştan bi berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd re peyivî û wî got, ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tineye. 

Nûrî Mehmûd got, desthilatdariya faşîst a li pêşberî wan di pêvajoya nû de têgihiştinên berê dubare dike, û Tirkiye ji aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî ve têk çûye. Li gorî wî desthilat dixwaze hebûna xwe bi rêya şer bidomîne. 

Li gorî Nûrî Mehmûd tehlûkeya şer heye, "Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa gelan e. Ereb, Kurd, Çerkez, Tirkmen, Asûrî, Ermenî û beşên din li vir tifaqek ava kirine. Modeleke nû afirandine. Bi vê modelê hewl didin ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareseriyê bibînin. Hikûmeta Tirkiyeyê vê pergalê li pêşiya pîlanên xwe, weke astengiyekê dibîne. Erdogan pergala li vê derê ji bo serdestiya xwe weke kelemekê dibîne. Ji bo vê jî gefên şer li ser herêmên me dewam dikin."
 
Nekarî Emerîka qanih bike

Li gorî Mehmûd, helwêsta CHP'ê ya li dijî tezkereya şer, nîşan dide ku di rastiyê de hin kesên li Tirkiyeyê şer naxwazin, û wiha peyivî: "Komên di bin kontrola Tirkiyeyê de li herêmê hatine komkirin, dewama El Qaîde, DAIŞ û El Nûsrayê ne. Êrişî Eyn Îsa, Til Temir û Şehbayê dikin. Hêza Tirkiyê tine ye ku bi tena serê xwe şerekî nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide destpêkirin. Tirkiyê pêşniyaza êrişê li Emerîka û Rûsyayê kir. Lê ji ber ku ew qanih nekirine, dest bi êrişê nekiriye." 

Li ser mijarê Nûrî Mehmûd got, "Hem Rûsya û hem jî Emerîka du hêzên girîng in li Sûriyê. Gelê Sûriyê ji her du hêzan dixwaze ku ew di bipêşxistina çareseriyê de cih bigirin. Mezintirîn astengiyên li pêşiya çareseriya aloziya Sûriyê, Tirkiye û rêxistinên ku wê ava kirine ne. Li Sûriyeyê bingeh û firsenda çareseriyê heye. Heta niha ji bo vê, gav nehatine avêtin. Divê ev welatên garantor ne bi Tirkiye û Îranê re bi gelên Sûriyeyê re rûnên."
 
Dor li Şehba hatiye girtin

Nûrî Mehmûd li ser rewşa Şehbayê jî agahî dan: "Şehba herêmeke dorlêgirtî ye. Li wir mazot û gaz tine. Dîsa her kesê ku dibêje 'di navbera rejîma Sûriyeyê û QSD'ê de lihevkirinek heye, ji bo avakirina odeyeke operasyonên hevbeş' li benda sûdwergirtina ji vê rewşê ne. Divê Rûsya bi vî rengî nêz nebe, lê belê divê rêya çareseriyê bi pêş bixe.

Pirsgirêka Sûriyeyê pirsgirêkeke navneteweyî ye. Girîng e Emerîka û Rûsya li hev bicivin û vê mijarê nîqaş bikin. Pêwîstî bi konsensûseke heye. Divê pêşiya Tirkiye û Erdogan bê girtin. Tenê bi vî rengî em dikarin nêzî çareseriyeke rasteqîn bibin. Bêyî Rêveberiya Xweser ti çareserî ne mumkin e." 
 
Nîşanên bazarea li ser Idlib û Kobanê nînin

Berdevkê YPG´ê Nûrî Mehmûd li ser îdîyaên bazara Idlib di berdêla Kobanê de jî got, "Şer êdî tiştekî çareser nake. Pêwîst e Îdlib ji dagirkeriyê rizgar bibe. Li wê derê divê hebûna Tirkiyê li Idlibê bi rêya qanûnên navdewletî bi dawî bibe. Dîsa divê vegera sivîlan were misogerkirin. Îdlib axa gelên Sûriyeyê ye. Ji bo rizgarkirina wê ji dagirker û çeteyan gelek senaryo tên nivîsandin. Tê gotin ku Pûtîn û Erdogan li ser Kobanê û Îdlibê danûstandin kirine, lê heta niha tiştekî bi vî rengî li ser rûyê erdê xwe nîşan nedaye."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.