Çarçoveya Hemahengiyê ji ya xwe nayê xwarê

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • “Bûyerên doh (pêr) yên ketina avahiyên hikûmetê li Herêma Kesk, ne ji erêkirina hikûmetê bûya çênedibûn.”

Rêveberekî Çarçoveya Hemahengiyê ya Iraqê got, ketina avahiyên hikumetê yên li Herêma Kesk a Bexdayê, avakirina hikumetê asteng nake û ew ê bi serokatiya El-Sûdanî hikumetê ava bikin. Wî bi vê yekê îşaret bi wê yekê dikir ka çawa alîgirên Sedr parlamen pêr êvarê dagir kirin.

Yek ji rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê Tirkî El-Etebî ji ajansa Malûme ya Iraqê re got: “Bûyerên doh (pêr) yên ketina avahiyên hikûmetê li Herêma Kesk, ne ji erêkirina hikûmetê bûya çênedibûn.”

El-Etebî wiha domand: “Ruxmî bûyerên doh (pêr) jî Çarçoveya Hemhengiyê bi namzetê xwe El-Sûdanî ve ji bo serokwezîriyê girêdayî ye û ketina Herêma Kesk avakirina hikûmeta bê, asteng nake.”

El-Etebî diyar kir ku pirranî hêzên siyasî yên li Iraqê namzetiya El-Sûdanî destek kirine, hewlên ji bo astengkirina avakirina hikûmetê, şaşiyeke mezin e û dê zirarê bi xebata siyasî û berjewendiyên bi milyonan iraqiyan bike.

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.