Çar sal in nikarim herim warê xwe
Şemî 24 Sibat 2024 - 00:38
AZAD SILÊMAN / ANF / SILÊMANÎ
Rojnamevan Hêmin Mamend li ser rewşa azadiya fikirî û rewşa rojnamevan û çalakvanan li deverên bin desthilata PDK’yê, her wiha li ser wê îşkence û zilma ku ji hêla PDK’yê ve li wan tê kirin ji ANF’yê re axivî. Hêmin Mamend ji ber rewşa siyasî ya Hewlêrê û ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê hatiye neçarkirin ku Hewlêrê terk bike. Mamend têkildarî vê yekê wiha got:“Gelek caran ji hêla malbata Barzaniyan û hevkarên wan ve gef li min hatin xwarin û gelek caran ez hatim binçav kirin. Di sala 2017’an de ji hêla asayişa PDK’yê ve ez hatim revandin û di sala 2019’an de li ser giliyê biraziyê Nêçîrvan Barzanî Metîn Barzanî ez heta hefteyekê hatim binçavkirin. Bi awayekî xiyabî du sal ceza li min hate birrîn. Di sala 2020’an de ez nêzîkî du mehan di zîndana PDK’ê de mam. Min dozdeh dosye hene ku ji hêla Mesrûr Barzanî bi xwe li ser min hatine vekirin.Pênc hevalên min ên fermanber û parêzer ku bûne kefîlê dosyeyên min, li wan jî gelek zilm hate kirin. Çar sal in ez nikarim vegerim Hewlêrê ku bajarê bav û bapîrên min e, bajarê bîranînên min e.”
Hewlêr weke bajarekî Tirk e
Mamend behsa hovîtî û destgîrkirinên PDK’yê kir û ev tişt li gotinên xwe zêde kirin: “Di sala 2020’an de saet di nehê şevê de bi hêzeke zêde bi ser mala min de girtin, wê demê ez heta 10 rojan hatim binçavkirin. Piştî serbestberdana min, min di hevpeyvînekê xwe de min diyar kir ku ez ê berxwedana xwe ya li dijî bêedaletî û zilmê bidomînim. Li pey wê hevdîtina min tenê piştî 25 saetan hêzeke PDK û mala Barzaniyan bi ser mala min de girt. Ti carî ji bîra min naçe, gava ku bi ser mala min de girtin, êşkence li dayika min kirin. Heta niha jî êşa destê dayika min dewam dike. Niha jî ji ber dagirkirina bajarê xwe ez nikarim vegerim. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker wek bajarekî Tirk li Hewlêr û Behdînanê dinêre.”
Siberojeke tarî li benda Barzaniyan e
Rojnamevan Hêmin Mamend da zanîn ku malbata Barzaniyan zextên giran li azadîxwazan dike û got:“Cihê kêfxweşiyê ye ku niha çalakvanên Ewropayê yên wekî Mekî Amêdî û Qadir Nadir û hin hevalên din dosyeyeke gelek baş amade kirine ku 332 rûpel e. Di vê dosyeyê de 25 gilî hene ku li dadgehên Emerîkayê li ser malbata Barzaniyan hatine tomarkirin. Van giliyan malbata Barzaniyan xistiye nav fikaran. Ji ber ku dizanin ku siberojeke tarî li pêşiya wan e, ew êdî nikarin dengê azadiyê bêdeng bikin.” Mamend di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Zîndan her tim cihê leheng û cihê wan hemû kesên xweşik difikirin. Hevalên min wê bi serbilindî û bi berxwedaneke nûjentir ji zîndanan derdikevin û ji bo jinavbirina dagirkeran bixebitin. Dawiya dawî wê azadî bi ser bikeve.”