‘Çar Derî Çil Meqam’

Melîk AYKOÇ nivîsand —

În 23 Tîrmeh 2021 - 01:02

Derîyên bi raz, deriyên dil û deriyên di giyana me de weke pîroziyekê hêlî didin, hene! Gotinên herî zede tên bîhisin; "Çar derî çil Maqam!" in. Kurdên Rêya Heq (Elewî) di her axaftina xwe de vê biwêjê bi kar tînin. Her kes û kom wateyeke cuda bi navê Rêya Heq li van "Çar derîyan" bar dike û her wate jî li ser felsefeyekê û çîrokên cûda didin rûniştandin. Hima bigire, mîna navê "Deriyê Mîhrgeha" pîroz a li berpalê çiyayê Zimzimê û li hemberê dergehê çarşîkelta Rûşaxênî /Qilbanî Kay (Wan). 

Gelê me ji bo vî deriyî jî gelek navan bi kar tîne, gelek wateyan lê bar dike. Çend ji wan navên razber; Dergehê Gêncîneyê, Dergehê Dilgirtî, Dergehê Korkilît, Dergehê razên veşartî, Dergehê giyanên di xewê de, Dergehê ferîşteyan, Dergehê pîrên xeyîdî" û gelekên din. 

Ez bawer dikim ku razên deriyên Rêya Heq jî wate û bingehê xwe ji deriyên pîroz ên vê herêma Kandahara Wanê wergirtiye. Li ber keleha Kordzewtê (Muradiye) kavîlên bajarê Arsûnî heye. Serwerê Xaldiyan Key Menûwa di lewheya li Qerexanê/Muradiye hatiye dîtin de bi zelalî dinivîse ku li bajarê Arsûnî perestgeheke mezin û du "dergehên pîroz" hene. Di zinarê kelehê de hê jî paşmayîyên wan dergehan xuya dikin. Li keleha Kefê ya li Bakurê Arcigehê (Adilcewazê) jî dergeheke pîroz heye. Li kevnebajarê di nava keleha Kefê de jî perestgeheke bi kursiyên zinarînên bi têra çil kesî heye. Aha ji te re "Çil derî çar meqam!"

Li Paganê (Gundekî navçeya Serayê/Wanê ye) jî di zinar de dergeheke wekî Mîhrgeha Rûşaxênî heye. Raz û çîrokên li ser wê dergehê, ji yên hemû dergehên di zinaran de hatine kolan zêdetir e. Ji ber hin razên di çîrokên li herêmê de kesên dilpaqij nebin, newêrin biçin ber wê dergeha Paganê. Gelek arkeologan hewl daye ku di lêkolînên li dor wê dergehê û herêma pîroz de cihê xwe bigirin. Hemû nav û çîrokên li ser dergehê li çiyayê Zimzimê li vir jî hene.

Hêjayî gotinê ye ku mirov bêje, di hemû perestgehên pîroz ên wekî Şusi, Xaldî, perestgeha Paganê, Girêsor, Arsûnî û Ayanîs de cihê rûniştinê (ji zinara) tenê ji bo çil kesî amade kirine. Êh, çar dergehên pîroz, li her perestgehê ev çar dergehana hene, tenê çil kes dikanin cih bigirin û têkevin nava dîrozê. Her wiha di lewhayên li van cihan de îdyoma "KÂ" heye. Ev îdyom tê wateya avadaniya herî pîroz, xwedayî û giyan dagirtî. Wê çaxê pirs ev e: "Hey emdamê Rîya Heq (Elewî) hûn çima li çar dergah û perestgehên çil kesî yê li Kandahara Wanê û wateya îdyoma "KÂ" diteyîsînin xwedî dernakevin. Arkeologên wekî Lahman Haupt û W. Belck jê re "eine art von Kultanlage (Weke mekanekî ayînan)" dibejin. Çima we berê xwe daye qibleya biyaniyan, dek û dolabên kesên di bin siya "Turk dil, tarih guneş teorîsî" de? Hozan gotiye çi: "Heq ne li Mekkê, ne li Medînê, Heq di min de ye, di min de." Çar dergeh çil meqam tenê û tenê li Kandahara Wanê ye.

Piştî vê şiroveya pirseşan dagirtî, em dikanin mijara "Deriyê Mîhrgehê" vekin. Dergehê li çiyayê Zimzim /Wanê di baxirê lûtkeya çiyayê Zimzimê de hatiye kolan. Berê wê wekî hemû Dergehan li Rojhilat yanê li derketina rojê dinêre. Navbera wê û derê Çarşîkelta Rûşaxênîle 500 metre ye. Bi rêjeyeke ji % 40-50 ji dergeha Çarşîkeltayê bilintir dibe. Mirov li ber deriyê Mîhrgehê dikane her çengeyê nava Keleha Rûşaxênîlê (Toprakkale) bibîne. Derî 4 metreyan bilind û 2,70 metreyan fireh e. Berê baxir bi qasî metreyekê hatiye kolan û derî di wê çalahiyê de hatiye çêkirin. Li dor yanderî, serderî, şêmûg, perwaz û berpişteka cihê kilîtê wisa zelal hatiye teraştin ku ji dûr ve wek derîyê ji textan hatiye çêkirin, xuya dike. Mirov dikane di ber yanderî re destê xwe dirêjê hundir bike, ji hundir rêbayeke sar tê. Lê mirov nikane bibîne, ka çi li paş derî heye. Li ser lewhaya nivîsandî ya di çala derî de navê 79 Xwedawendan hatiye nivîsandin. Di nava wan Xwedawendan de navên hemû xwedawendên Hûrî, Mîtanî, Xatî, Xaldî, Gûtî, Lolo, Elam û Sumeran hene.

Gelê me bi dehan çîrokên bi raz li ser vê Mîhrgehê afirandine. Di nava van çîrokan de ji şivan û bêrîvanê bigire, hetanê keç û xortê hev revandî hene. Ya herî balkêş jî dibêjin, pîrekî kamil gotinên razê vekirina derî bi dest xistine, gotinên mîna "vebe derê mîrgeha dilê min vebe!" lê di paş derî de xew dikeve ser, dema ji xewê şiyar dibe, ew gotinên kilîta vekirinê nayên bîra wî, di şikefta hundir de wenda dibe.
Bi hêviya endam, lêkolîner, û zanayên Rêya Heq (Elewî) carekê jî ji bo bi destxistina rastiya "Çar derî, çil Maqamî" berê xwe bidin vê rastiya li Kandahara Wanê. Rastiya baweriya xwe di baweriyên serweriyên bingehê gele me de bigerin! Ew ê bikanin baweriya xwe bi hêsanî li ser bingehên rast bidin rûniştandin. Bi vê hêviyê hetanî keleheke din bimînin di nava xweşî û geşiyê de.

parvê bike

Melîk AYKOÇ

Nivîsên Melîk AYKOÇ

Keleha Argûnê
18 teşrînê

Li ser Îdir/Egîda
11 teşrînê

Kavilên Mendekê
4 teşrînê

Keleha Sarê
7 cotmeh

Keleha Haremî
30 îlonê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.