Capa bi zimanê wêneyan difikirî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 26 Cotmeh 2021 - 23:32

  • Capa dibêje “Heger wêneyên ku te girtin ne baş bin, naxwe tu baş nêzî mijarê nebûyî.” Ew tevî Gerda Taro beşdarî şerê Spanyayê yê navxweyî dibe. Wêneyê xwe yê navdar yê “Leşkerê ku dikeve-kêliya mirinê” li nav vî şerî digire.

ARDÎN DÎREN

Hin wênegir hene ew bi wêneyên xwe ji xwe re nasnameyekê ava dikin û li dinyayê bi wê nasnameyê tên naskirin. Di warê “wêneyên şer” de Robert Capa navdar e, her çiqas em hay ji navê wî nebin û wêneyên wî nas nekin jî em di ciyekî de teqez liqayî wêneyên wî hatine. Dinyayê bêhtir ew bi wêneyên şerê navxweyî yên Spanyayê nas kir, lê ew wek wênegirekî şer tevlî gelek şerên li dinyayê bûbû û wêneyên bêhempa girtibûn. Robert Capa bi 7-8 zimanan dizanîbû, rojekê gava wênegir David Scherman xwe nagire û jê dipirse, “Capa tu bi gelek zimanan dizanî lê ez meraq dikim tu bi kîjan zimanî difikirî?” Li hember vê pirsê Capa bêdeng dimîne û lê venagerîne. Piştî çend rojan, ew di telefonê de ji Scherman re dibêje, “Êdî ez dizanim bi çi zimanî difikirim, ez bi zimanê wêneyan difikirim!”

Di ‘odeya tarî’ de asîstaniyê dike

Capa sala 1913’an li Budapeşteya Macarîstanê tê dinyayê. Navê wî yê rastîn Endre Friedmann e. Gava hîna 18 salî ye wî bi hin sûcên ku nekirine tawanbar dikin û mecbûr dimîne ji Macarîstanê bireve Berlînê. Ew li Elmanyayê di beşa “zanistên siyasî” de dixwîne lê di heman demê de di “odeya tarî” de wek asîstan jî dixebite û li vir fêrî teknîka wêneyan dibe. Lê ev karê wî jî zêde nakişîne, ji lewma partiya Nazî li Elmanyayê dibe serwer û rêveberiyê bi dest dixe. Aliyê Capa diyar e û ew mirovekî çepgir e. Ew ji hatina Nazîyan aciz dibe û sala 1933’yan berê xwe dide Parîsê. 

Gava ku ew li Parîsê bi cih dibe, li wir rojnamevan û wênegir Gerda Taro nas dike. Gerda Taro zû bi wênegiriya wî ya baş dihese û dibêje, divê em navê te biguherînin nexwe bi vî navî kes dê zû bi zû te nas neke. Bi vî awayî navê Robert Capa lê dikin.

Rojname û kovarê wê demê, wî bi vî navî nas dikin û wêneyên wî diweşînin. Jixwe, di demeke kin de jî di rojnameya bi navê “VU” de ji xwe re kar dibîne û ji bo wan wêneyan digire. Heman rojname jê dixwaze ku ew here şerê navxweyî yê Spanyayê bişopîne û ji wir wêneyan bigire. Capa, ku xwedî vê fikrê ye “Heger wêneyên ku te girtin ne baş bin, naxwe tu baş nêzî mijarê nebûyî” vê daxwaza rojnameyê qebûl dike û tevî Gerda Taro beşdarî şerê Spanyayê yê navxweyî dibe. Wêneyê xwe yê navdar yê “Leşkerê ku dikeve-kêliya mirinê” li nav vî şerî digire û pişt re jî wêneyên wî yên din li çapemeniya dinyayê belav dibin û ew wek wênegirê şer tê naskirin. 

Heya wê hingê, kes wekî Capa nêzî mirinê nebûbû û wêneyekî bi vî awayî negirtibû. Kesî bawer nedikir ku kêliyên bi vî rengî werin girtin, lê Capa ji tehlûkeyê jî hez dikir û nêzî mijara xwe dibû, naxwe wênêyên wî jî dê ne baş bûna! Lê siûda wî tine ye, Gerda Taro ku heval û dilketiya wî bû, pêl mayînekê dike û dimire. 

Sînema ji wêneyên wî zimanekî ava dike

Capa sala 1939’an diçe Emerîkayê û çend salan li wir dimîne. Ew gelek hunermend û sînemavanan jî nas dike. Wêneyên Hemingway, Orwell, Bresson, Steinbeck, Picasso, Matisse, Ignrid Bergman, Hitchcoock û gelek kesên din digire. Heta ew di filmê Hitchcoock yê bi navê “Rear Window” (Pencereya Paş) de jî cih digire. Wê demê weneyên Capa li ser sînemageran jî tesîra xwe çêkiribû, derhênerê navdar Orson Walles di filma “Citizen Kane” (Hemwelatî Kane) de kadraja Capa bi kar tîne û diyar e pirr di bin bandora wêneyên wî de maye. Her wiha Steven Spielberg filma xwe “Saving Private Ryan” (Xeleskirina Leşker Ryan) bi wêneyên wî dide destpêkirin, ango wêneyên wî yên ku di dema Şerê Normandiya de girtiye bi kar tîne. Şêweyê girtina wêneyan ya bi kadrajên nû, wêneyên Capa dide hezkirin. Tenê ne hezkirin, ew bi van kadrajên xwe yên ku bêhtir ji bin ve digire zimanekî jî ava dike û ev zimanê wî bandorê li sînemayê jî dike û bi riya derhêneran bi pêş dikeve ev ziman.

Magnum Photos ava dike

Capa sala 1947’an tevî Henry Carteer Bresson, David Seymour Chim û George Roger li New Yorkê ajansa serbixwe ya “Magnum Photos” ava dike. Ew bi vê ajansê hewl didin ku wênegir bibin xwedî mafên wêneyên xwe û di bin zextên rojnama û kovaran de nemînin. Ji lewma biryareke wiha didin ku ajanseke serbixwe vekin û xwedî li wênegiran derkevin. Ev gaveke girîng bû ji bo wênegiran û Capa pêşengtiya vê yekê kir. 

Her wênegirê şer ma

Capa li gelek welatan geriya û wêne girtin. Ew carinan bi nivîskarekî re û carinan jî bi serê xwe diçû van welatan. Nexasim jî têkiliya nivîskar John Steinbeck û Ernst Hemingway bi wî re gelek baş bû û bi hev re gelek wext derbas kirin. Şerên li dinyayê diqewimin pirr bala Capa dikişandin û wî nîvê emrê xwe li nav van şeran derbas kirin û wêneyên bêhempa girtin. Li pey xwe bi hezaran wêne hiştin. Jixwe, ji bo vê rewşa xwe dibêje, “Heya dawiya emrê xwe dixwazim wek wênegirekî şer bê kar bimînim.”

‘Divê di şer de hûn alî bin’

Herî dawî sala 1954’an gava 40 salî ye, diçe Vîetnamê ango Hindoçînê da ku şer bişopîne, lê li wir pêlî mayînekê dike û bi vî awayî dimire. Ew jî wek Gerda Taro di nav şer de dimire û konê xwe ji vê dinyaya gewrik bar dike. Wêrekiya wî ya di vî warî de kir ku ew wêneyên baş bigire û rewşa şer bi wêneyan raberî dinyayê bike. Ji bo şer jî digot, “Divê di şer de hûn aliyekî bigirin, naxwe hûn nikarin di nav şer de îdare bikin!” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.