Çanda sînemayê ava dikin 

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Mijdar 2021 - 23:01

  • Bi bipêşketina beşa sînemaya Kurdî re li Rojavayê Kurdistanê di 14’ê Tîrmeha sala 2015’an de derfetên girîng hatin bipêşxistin ku dîsa civak li çanda temaşekirina sînemayê vegere. 

ROJ HOZAN / JÎNHA/QAMIŞLO

Bi bipêşketina beşa sînemaya Kurdî re li Rojavayê Kurdistanê di 14’ê Tîrmeha sala 2015’an de derfetên girîng hatin bipêşxistin ku dîsa civak li çanda temaşekirina sînemayê vegere. Ji ber şewata Sînemaya Amûdê, gel ev çand di nava xwe de heland û wisa sînema bibîranîneke nexweş e ji bo wan. Têkildarî mijarê, Endama Rêveberiya Komîna Filim a Rojava, derhêner Nadiya Derwêş behsa girîngiya sînemayê di parastina çanda Kurdewarî de kir.

Nadiya Derwêş got, “Berê li Rojavayê Kurdistanê salonên sînemayê hebûn û gel li filman temaşe dikir, lê bi demê re ev çand ji holê rakirin, bi taybetî bi şewata Sînemaya Amûdê re. Êdî gel ditirsiya biçe salonên Sînemayê. Hinek mirovên sînemavan, sînemahez û yên bi sînemayê re mijûl, pêwîstî dîtin ku li Rojavayê Kurdistanê beşeke dîtbarî, sînemavanî û film werin çêkirin. Bi vê armancê Komîna Film a Rojava hat damezrandin.”

Pêwîst bû em bi xwe filman çêkin

Nadiya Derwêş dibêje, ji ber xaka Rojava nehatibû rizgarkirin, pirr bûyerên şer, şehadet û koçberî pêk hatin. Ew tîne ziman ku bi damezirandina komîna sînemayê wan xwestine bi rengê dîtbariyeke xweşik û zimanê sînemayê aliyên jiyanê hemûyan vebêjin: “Ji gelek welatên derve sînemavan hatin, film, belgefilm û kurtefilm li ser berxwedan û rola jinan di vê şoreşê de çêkirin.  Wisa wekî çavekî ji derve lê me mêze dikirin, vê nihêrîna wan têra ravekirna rastiyê nedikir. Pêwîst bû em bi xwe filman li ser çîrokên civaka xwe çêkin.” 

Li saziyan, li gund û taxan

Nadiya tîne ziman ku wan ji bo sînemayê derfetên baş afirandine li Rojavayê Kurdistanê û di hêla peydakirina kadroyên sînemayê de jî (lîstikvan û alavên teknîkî) pirr bi pêş ketine. Ew dibêje, “Destpêkê hin sînemavan dixwazin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji bo gelê li vir, tiştekî nû biafirînin. Bi vê armancê perwerdeyên sînemayê hatin birêxistinkirin û film hatin nîşandan. Ev gaveke pirr girîng bû. Yekemîn perwerde li akademiya şehîd Yekta Herekol hat dayîn, heta salekê endamên me lê perwerde bûn. Her endamekî senaryoyek nivîsand û bû derhênera/ê wan senaryoyên xwe. Her wiha beşa nîşandana filman jî pirr girîng e, rast e heta niha salonên me yên sînemayê tine ne, lê em li hemû navendên xwe yên çand û huner, li gund û taxan filmên xwe nîşan didin.” 

Berbû filma jinan

Nadiya Derwêş balê dibe ser rola derhênerên jin di sînemayê de û bipêşketina tevgera lîstikvanên jin: “Helbet sînemaya ku rola jinan tê de pêşeng nebe, aliyê wê yê pênaseyî kêm dimîne. Ji bo wê derhênerên me yên jin bi roleke pêşeng di sînemayê de radibin, lê bi rastî hejmara wan kêm e. Ji ber ku dema me digot lîstikvanên jin ji me re pêwîst in, gelek malbatan qebûl nedikir ku keçên xwe bişînin, lê niha ev yek jî li paş ma û niha pirraniya lîstikvanên me jin in. Mînak, filma Berbû ya Derhêner Safînaz Evdikê senaryoya wê nivîsand û derhêneriya wê kir. Naveroka wê jî li ser dagirkeriya bajarê Serêkaniyê bû ka jinan çi êş kişandin. Di filmê de derhêner, alîkara derhêner, kamerevanên wê, lîstikvan, makyaj, kesên cil û berg amade dikirin û yên deng bi giştî jin bûn.” 

Nadiya Derwêş plansaziya komîna sînemayê yên dema pêş eşkere dike û dibêje, “Niha filmek li ber destê me ye, senaryoya wê amade ye û di van mehên pêşiya me de em ê amadekariyên wê bikin. Her wiha rêzefilmek jî li pêşiya me heye, em ê di dema pêş de aliyên wê eşkere bikin. Her wekî din perwerdeyên me yên der barê beşên sînemayê de dewam dikin. Hêviya me ew e ku salonên taybet ji bo sînemayê werin avakirin û bi rengekî rehet em filmên xwe ji gelê xwe re li wan mekanan pêşkêş bikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.