Çanda paşguhkirina Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Çile 2022 - 22:00

  • Dr. Hejar: Di aliyê aborî, civakî, çandî û hizrî de Kurdî li paş hatiye hiştin, yên ku bûne sedema vê yekê jî sazî û dezgeh, akademîsyen, bazirgan, siyasetvan û welatiyên asayî ne. Wisan lê hatiye ku paşguhkirina zimanê Kurdî bûye beşek ji ferheng û çanda me.

Ev demeke dirêj e li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê Kurd ji ber axaftina bi Kurdî tên cezakirin, lê li Başûrê Kurdistanê ku hikûmraniyeke Kurdî heye, bi qasî pêwîst giringî bi zimanê Kurdî nayê dayîn. Mamosteyên zanîngehê diyar dikin ku li Başûrê Kurdistanê metirsiyeke mezin li ser zimanê Kurdî çêbûye.

Di çend rojên bihurî de rejima Îranê cezayê 5 sal hepsê li mamosteya zimanê Kurdî Zara Mihemedî birrî. Li Bakurê Kurdistanê jî welatiyên Kurd ji ber bikaranîna zimanê Kurdî tên cezakirin. Par 28 mela ji ber ku bi Kurdî xutbe xwendibûn, hatin cezakirin.

Lê li Başûrê Kurdistanê her çend hikûmraniyeke Kurdî hebe jî pisporên ziman ji wê yekê bi fikar in ku bi qasî pêwîst giringî bi zimanê Kurdî nayê dayîn û bandora zimanên biyanî li ser zimanê Kurdî çêbûye. Derbarê mijarê de mamosteyên Zanîngeha Soran axivîn.

‘Yek ji rehendên nasnamê ziman e’

Serokê Beşa Kurdî li Kolêja Adab a Zanîngeha Soran, Dr. Hejar Rehîm da zanîn ku tevî gelek guhertinana, hîna jî pirsgirêka nasnameyê ya Kurdan heye: “Yek ji rehendên nasnameyê ziman e. Zanîngeha Soran ji ber wê yekê balê dikişîne ser ziman, ji ber ku ziman çand, ferheng û her tiştê neteweyekê ye.”

‘Zimanê Kurdî bê nirx kirine’

Derbarê bandora zimanên din li ser Kurdî, Dr. Hejar Rehîm got, “Nabe em dijbertiya zimanên biyanî bikin, ji ber ku li cîhana zanist û fikir, nikarîn li ser zimanên hevûdu bê agahî bin. Divê em bi zimanên hev bizanin. Lê em wek neteweya Kurd, me metirsiyeke mezin li ser zimanê xwe çêkiriye, ew jî bênirxkirina zimanê şirîn Kurdî ye.”

‘Sazî û dezgeh Kurdî li paş hiştin’

Di dewamê de Dr. Hejar bal bire ser li paş hiştina Kurdî. Dr. Hejar got, “Di aliyê aborî, civakî, çandî û hizrî de Kurdî li paş hatiye hiştin, yên ku bûne sedema vê yekê jî sazî û dezgeh, akademîsyen, bazirgan, siyasetvan û welatiyên asayî ne. Wisan lê hatiye ku paşguhkirina zimanê Kurdî bûye beşek ji ferheng û çanda me.”

Ferza zimanê Tirkî

Mamosteyê Beşa Dîrokê li Zanîngeha Soran, Mihemed Gelalî jî îşaret bi bandora zimanê Tirkî-Osmanî li ser zimanê Kurdî kir û got, “Ji serdema Osmanî ta niha, zimanê Tirkî hatiye ferzkirin. Di serdema Osmaniyan de zimanê Tirkî zimanê bazar, dewlet, komkirina bac û dahatê bû. Her wiha bi rêya leşkerî li Kurdistanê zimanê Tirkî hat ferzkirin. Yanî bandora zimanê Tirkî li ser aliyê dewlet, leşkerî û bacê de hebû.”

Tirkî nebe Silêmanî ne bajar e

Gelalî da zanîn di serdema Osmaniyan de zimanê Tirkî li bazaran zimanekî bi bandor bû û got, “Di belgeyên dewleta Osmanî de derdikeven holê ku tenê Hewlêr û Kerkûk wek bajar dihatin hesibandin, ji ber ku tenê li van du bajaran li nava bazarê bi zimanê Tirkî dihat axaftin. Di heman belgeyan de Silêmanî wek bajar nehatiye hesibandin, sedema wê jî ew e ku wê demê li nava bazarên Silêmaniyê bi zimanê Tirkî nedihat axaftin.”

Bandora zimanên serdest hîna jî dewam e

Li gorî mamoste Mihemed Gelalî bandora çand û zimanê Tirkî heta niha jî li ser hin neteweyên herêmê maye: “Bi taybetî girinîya xwendina bi Tirkî û xwesteka li ser wî zimanî, hiştiye ku bandora wî hîna jî bidome. Lê zimanê Tirkî nekariye bandorê li ser wêjeya Kurdî bike. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Şêx Reza Talebanî, Nalî û Salim zimanê Tirkî red kirine û wan bi Kurdî helbestên xwe nivîsandine.”

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.