Çanda montekirî ya dewletê!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Cotmeh 2022 - 03:41

Organîzasyonên "çand û hunerê" yên desthilatê ku ev demeke li navçeya Cizîr a Şirnexê û navçeya Sûr a Amedê li dar dixe, ji aliyê qel ve nayên qebûlkirin. Şanoya Bajêr a Amedê ku van organîzasyonên desthilatê wekî "qirkirina çandî" bi nav dike, 8'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê li dar xist. Ji beşdarên mîhrîcanê yek jê jî Doç. Dr. Sureyya Karacabey e ku ji Beşa Şanoyê ya Fakulteya Ziman Dîrok Erdnîgarî ya Zanîngeha Enqereyê (DTCF) hatiye îxrackirin. Nivîskar Karacabey li ser zextên çandî yên desthilatê û alternatîfan axivî. 

 Karacabey, bal kişand ser serdestiya ku desthilat dixwaze di qada çandê de bi dest bixe û got: "Sembolên li vir ên ku gel ew afirandine wan nerihet dikin. Anku hûn radibin zimanê mirov, stranên mirov û lîstika bi zimanê zikmakî qedexe dikin. Gava hûn van tiştan bikin û nikaribin şûna wê tije bikin, ev tê maneyê ku hûn bi hêmayên îkonîk ên çanda populer hin tiştan ava dikin." 

 

‘Erka hunerê çêkirina bîrê ye’ 

Karacabey anî ziman ku hewldanên bi vî rengî hewldanên vala ne û wiha domand: "Dibe ku ev hewldan bandorekê li ser zarokan bikin, lê mafê zimên ê xwedî bîrekê ne tiştekî siyasî ye. Ziman, mafekî xwezayî ye. Heya niha tu kesî nikaribûye pêşî li ber vegotina çîrokan a bi zimanê zikmakî bigire. Dibe ku bê qedexekirin, lê dê li cihekî din bê kirin. Tew dê çîrokên wî zêdetir bibin. Jixwe erkeke hunerê jî çêkirina bîrê ye. Bi ya min ev qedexe ji dêvla lezandina pişaftinê, dê hîn bêtir me bi ruh û can bikin. Lewre kes wiha bi rihetî strana xwe, newaya xwe emanetî kesî nake." 

Xeyalên desthilatan bêhnê li meriv diçikînin

Bi domdarî Karacabey bibîr xist ku "ziman bi xwe jî polîtîk e" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev çend roj in li Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê şanoyên bi Kurdî temaşe dikim. Çendî ez pir fêm nekim û meraq bikim jî, lê ez berteka temaşevanan û tijebûna hêwanê dibînim. Divê kesên welêt bi rê ve dibin jî bibin ku binpêkirina mafên xwezayî li hemberî wan dibe cihê hêrsê. Bi qedexekirina şano û konseran, carinan jiyaneke exlaqî, carinan jiyaneke polîtîk dinivîsin. Êdî kes nikare têkeve nava wê çarçoveyê. Êdî kes naxwaze di cîhana ku desthilatan ew xeyal kiriye bêhnê bistîne." 

Çanda montekirî encam nagire

Di berdewamê de Karacabey "mîhrîcanên" ku desthilat wan li herêmê li dar dixe wekî mîraseke çêkirî pênase kir û ev tişt anî ziman: "Ew bi xwe temaşevanên xwe çêdike, bi pêkhateyeke îtxal tê. Lewre baş dizane ku dê nikaribe pêwendiyê bi dînamîkên li vir re deyne. Hinceta tiştkê ku wekî mîhrîcanê tên çêkirin jî tirsnak e. Îja vekirina girtîgehan! Em baş dizanin bê çîrokên çiqas êşbar ên wan deran hene. Îja radibin di warê çandî de bi xeteke fayê şikestinekê çêbikin. Lê tiştekî wan ê ku wir tije bikin tine ye. Li vir stran û kilamên ku her kes hez ji wan dike hene. Lê binêr, ez şanoyê temaşe dikim, di lîstikan de ji me bêtir muzîk tê bikaranîn. Têkiliya mirovan a bi hunera xwe re ev qasî diyar e yanî. Lê tu rabî ji dêvla dengê wan dengekî din monte bikî, ev dibe meseleyeke întiqalê."

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.