Çanda me wan ditirsîne!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Sibat 2025 - 00:15

  • Wênesaz Ramazan Îlten ku qala pêvajoya xwe ya wênesaziyê kir, wiha got: “Çandeke gelê kurd a dewlemend heye. Ji vê çanda dewlemend ditirsin. Pêwîste herkes li çand, huner, hebûn û zimanê xwe xwedî derkeve.”

FEXREDÎN KILIÇ / AW / ÊLIH

Wênesaz Ramazan Îlten ji gundê Tila yê navçeya Misircê ya Sêrtê ye. Îlten ê dema zarok bû ji xêzkirina wêneyan bi bandor dibe, dema diçe dibistanê dest bi xêzkirina wêneyan dike. Îlten li gund bi awayekî amatorî xêzkirina wêneyan didomîne. Ji ber ku li gund e û derfetên wî pir kêm bûne ji xwe re wêne xêz kirine. Îlten ê ji ber xêzkirina wêneyan carna rastî bertekan tê û bi gotina “Xêzkirina wêneyan guneh e” re rû bi rû dimîne.

Îlten ji ber ku di sala 1994’an de gundê wan jî tê valakirin û li gel malbata xwe koçber dibe tê Êlihê. Dû re ji bo ku debara malbatê bike diçe Stenbolê dixebite. Lê lêgerîna Îlten a hunerê tu car bi dawî nabe. Îlten di sala 2002’yan de Navenda Çanda Baharê nas dike. Îlten ewilî di nava koma şanoyê ya navendê de cih digire. Piştî ku di sala 2004’an de DEHAPê Şaredariya Êlihê dîsa bi dest dixe di bin banê şaredariyê de atolyeyên hunerî dest pê dikin. Wênesaz Ramazan Îlten têkildarî pêvajoya xwe ya xêzkirina wêneyan, astengkirina ziman, çand û hunera kurdî ji ajansa me re axivî.

Ramazan Îlten ku li Şaredariya Êlihê ewilî tev li atolyeya şanoyê dibe çawa dibîne atolyeya xêzkirina wêneyan jî heye piştî qedandina atolyeya şanoyê tev li atolyeya xêzkirina wêneyan dibe. Piştî ku şagirt li vir perwerdeya xêzkirina wêneyan diqedînin, bi wêneyên xêz kirine pêşengehekê vedikin.

‘Bi hatin qeyûm atolye tên betalkirin’

Îlten da zanîn ku wê demê li Êlihê ji aliyê xêzkirina wêneyan ve pêşketinek çêbû û wiha got: “Demekî dirêj me xebatên xwe berdewam kirin. Mamosteyê me Fevzî Bîlge bû. Di qada wêneyî de pêşketineke mezin çêbû. Pişt re min xebatên xwe li Navenda Çanda Baharê domandin. Atolyeyên şaredaredariyê yên xizmetên hunerî ji bo ciwanên Êlihê pir baş bûn. Gelek sûdên baş jî jêhatin wergirtin. Heta ku di sala 2016an de cara ewil qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin van atolyeyan bi awayekî cur bi cur dem bi dem berdewam kirin. Piştî ku qeyûm hatin, xwestin aliyê hunerî hinek qut bikin, qels bikin. Ji ber wê atolye jî hatin betalkirin.”

Çar salan navber dide xêzkirina wêneyan

Îlten, da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm, xebatên xwe li Navenda Çanda Biharê berdewam kirin û wiha domand: “Niha jî xebatên xwe li Navenda Çanda Baharê didomînim. Piştî ku di sala 2019’an de şaredarî dîsa hate bidestxistin atolyeyên wêneyan dîsa dest pê kirin. Wê demê weke mamosteyekî min jî perwerde da. Du hevalên me yên din jî hebûn. Piştî çend mehan dîsa qeyûm tayînkirin. Atolye dîsa hatin betalkirin. Ji ber tenduristiyê min çar sal navber da xêzkirina wêneyan. Piştî çar salan min got encamên wê çi bin bila bibin ez dixwazim xêz bikim û min dîsa dest pê kir. Dema vê carê jî şaredarî hate bidestxistin projeyeke atolyeyên hunerî hebû wê bihata avakirin. Lê mixabin hêj dest pê nekirin dîsa qeyûm tayînkirin û ev xebat pêk nehat.”

‘Dixwazin hunera Kurdî bibe hunereke vik û vala’

Ramazan Îlten bal kişand êrişên li ser hunera kurdî û wiha pê de çû: “Dixwazin hunera Kurdî bibe hunereke vik û vala. Divê wateyek li hunerê werê bar kirin, kûrbûnî hebe, peyamek hebe. Em jî neteweyek in çanda me heye, paşêroj, pêşeroja me, hêviyên me hene. Li gelek qadan em hatine fetisandin bê nefes mane. Tu bixwazî nexwazî ev yek li ser hunerê bandor dike. Çawa li ser civaka me bandorek çêdibe ewqas jî li ser hunermendan çêdibe. Dema ev yek çêbû bivê nevê dê bandorê li ser hunera wî jî bike. Em li Rojhilata Navîn miletekî kevnar in. Dîrokeke gelê kurd heye, çandeke wî ya dewlemend heye. Ji vê çanda dewlemend ditirsin. Pêwîste herkes li çanda xwe, hebûna xwe, zimanê xwe xwedî derkeve û ev mafê herkesî ye.”

‘Qedr û qîmetê bidin hunera xwe’

Ramazan Îlten axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beşên hunera kurdî yên weke muzîk û şanoyê derketine pêş lê hunera wêne di nava miletê me de baş nehatiye rûniştandin û hinek qiymet jî pê nayê dayîn. Pêwîste bi sazî û dezgehên xwe em hinekê pêşiya hunerê vekin. Divê mirovên me qedr û qiymetê bidin hunera xwe. Heke em qedr û qiymetê nedin hunera xwe kî wê qedr û qiymetê bide hunera me. Pêwîste em qedr û qiymetê, piştgiriyê bidinê, pêşiyê lê vekin hêz bidinê ku hunera me hêj baştir pêş bikeve û dinya jî hunera me bibine.”

Banga li ciwanan

Ramazan Îlten got ku “Her çiqas derfetên wan kêm bin jî dixwazin ji ciwanan re bibin alîkar” û ev tişt gotin: “Em dixwazin ciwanan bikişînin nava hunerê. Şûna ku li kolanan bi tiştên vala re eleqedar bibin, bila werin xwe hînî hunerê bikin. Muzîk e, şano ye, wêne ye… Ez wêneyî weke tiştekî pir pîroz dibînim. Hem di hêla derûnî de hem di hela kûrbûnî de hem di hêla lênêrîna jiyanê de, pir kûrbûnên xwe yên taybet hene. Bila ciwanên me werin em ê ji wan re bibin alîkar.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.