Çanda dengbêjiyê vedijîne

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 21 Mijdar 2021 - 23:06

  • Helîn Kiliçarslan ku ji zarokatiyê ve bi muzîkê re eleqedar dibe û niha dengbêjiyê dike got: “Ji bo domandina çanda dengbêjiyê divê gelek kes berê xwe bidin vê qadê û xwedî li paşeroja xwe derkevin.” 

CEYLAN ŞAHINLI / MA/AMED

Hêlîn Kiliçarlasanê çanda dengbêjiyê ji xwe re kiriye esas. Hêlîn Kiliçarslan ku li Jin MA’yê perwerde dibe, bang li her kesî kir ku xwedî li çanda dengbêjiyê derkevin. 

Hêlîn Kiliçarslan li navçeya Bedlîsê Tetwanê hatiye dinê, di 7 saliya xwe de dest bi gotina stranên Kurdî kiriye.

Helîn wekî zarokên din ên koroyê, meta wê ew perwerde kiriye. Ew dibêje, “Muzîk parçeyekî jiyana min bû. Di malbata me de kesên bi muzîkê re elaqedar dibûn û muzîkjen, hebûn. Wê demê ceryan tim diçû. Her cara ku ceryan diçû, li malê stran dihatin gotin. Xalê min Cemîl, tim strana Xalê Cemîl digot.” 
 
‘Çawa ku her tişt ji dest çûbe!’

Hêlînê anî zaiman ku gava 9 salî bûye gîtareke wê ya plastîk hebûye û paşê gîtareke berra kirriye û paşê li Tetwanê çûye dibistaneke huner. Hêlînê got, wan wê çaxê mala xwe biriye Stenbolê: “Ji ber ku ji koroya zarokan veqetiyam, pirr giriyam. Gava em çûn wekî ku her tişt ji dest min çûbe.” Kiliçarlasn, anî ziman ku paşê li dibistan û koroyên dewletê, wê stran gotine, lê belê muzîka li vir bandor li wê nekiriye: “Ji zarokatiya min ve muzîka min bi zimanê min e. Malbata min jî pirr qîmetê dide vê. Ji lew re hemû ji çanda stranbêjî û dengbêjiyê tên. Lewma min jî tim dixwest bistrêm û li hin înstrumanan bixim. Bavê min ez birim NÇM’ê. Min li wir dest bi tembûrê kir û 3 salên min bi muzîkê re derbas bûn. Herî dawî hatim Amedê û li vir ez çûm akademiyê. Ez hînî gelek înstrumanan bûm.” 

Bandora Aram Tîgran û Gazin

Hêlîn Kiliçarslanê, anî ziman ku piştî ku wê li Aram Tîgranî guhdarî kiriye, bala wê çûye ser dengbêjiyê û got, “Gava em bi baldarî guh li kilaman bikin, em ê bibînin ku çîrokine mezin û xweş dertên pêşiya me.” Hêlîn Kiliçarslanê anî ziman ku dengbêja herî zêde bandor lê kiriye, Dengbêj Gazin e. Dengbêj Gazin sala 2018’an ji ber celta dil jiyana xwe ji dest dabû. 

‘Civateke me ya muzîkê heye’ 

Kiliçarslan, destnîşan kir ku ji ber ku di vê qadê de ye û vê çandê didomîne pirr kêfxweş e û got, “Civateke me ya muzîkê heye; Jin MA. Em li vir stranên xwe aranje dikin û lê dixin. Em stranên aydê çanda xwe dibêjin û vê jî bi dengê jinê dikin.” 

Hêlîn Kiliçarslanê got, ji bo domandina çanda dengbêjiyê divê mirov pirr bala xwe bide vî warî û xwedî li siberoja xwe derkeve. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.