Çand MA ji bo zarokên Sûrê vebû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Adar 2024 - 00:19

  • Li Amedê saziyeke din li saziyên ku perwerdeya çand û hunerê dide zarokan vebû. Saziya bi navê Çand MA ew ê hewl bide zarokên taxa Sûrê ya Amedê di warê muzîkê de perwerde bike da ku rê li pêşiya bişaftinê bigire.

Bi hevkariya MA Music û zarok Ma’yê li navçeya Sûrê ya Amedê bi tevlîbûna sedan welatiyan Navenda Çand MA hate vekirin. Nûner û rêveberên DEM Partiyê, DBP, namzetên Hevşaredaran ên DEM Partiyê, hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û gelek welatî amade bûn. Di vekirina Çand Ma'yê de zarokan bi cilên gelêrî reng û ruhekî cuda ava kir. Zarok li ber stran û newayan reqisîn. 

Ew ê li Çand Ma’yê ji bo zarokên 0-14 salî bi awayekî bê pere di warê rîtm, tembûr, drama û folklorê de perwerde were dayîn.

Di vekirina MA Musicê de Ferhat Ertaş diyar kir ku ew Çand MA’yê wekî diyariya Newrozê diyarî zarokên Sûrê dikin û got: "Me ji bo zarokên Sûrê deriyekî hunerê vekir. Em ê her kolenên Sûrê bi rengên cuda bixemilînin. Em ê bi Çand Ma'yê hêviyên zarokan di kolanên Sûrê û berxwedana dîrokî ya Sûrê de zindî bikin." Ertaş her wiha da zanîn ku saziyên ku piştî qeyûm li ber xwe dane bi awayakî hevpar kar û xebatên bi vî rengî dibin serî û ji bo saziyên Kurdî yên dîtir jî zêde bibin çi ji destê wan tê ew ê bikin.

Ertaş herî dawî ji bo zarokên Sûrê banga tevlêbûna kampanyaya “2001 tembûr” bibin kir. Kampanya duh destpê kir û ew ê demek dirêj bidome. Çand Ma Ji bo ku hemû zarokên Kurd ên bi muzîkê re eleqedar bibin xwedî tembûr ev kampanya daye destpê kirin. Ji lewma jî kesên ku derfetên wan hene dikarin tevlî vê kampanyayê bibin û tembûran diyariyê zarokên ku tên Çand Ma’yê bikin.

Sûr dê her bimîne li ser piyan

Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî anî ziman ku Sûr xwedî dîrokek hezaran salan e û got: "Sûr dê ji niha û şûnde jî bi çand û hunerê li ser piyan bimîne. Heta ku dîrok hebe dê kurd bi çand û hunerê xebatên xwe yê ji bo parastina Sûrê berdewam bikin." 

Pirtûkxaneya Ehmed Huseynî 

 Di nava Çand MA'yê de pirtûkxaneya Ehmed Huseynî hat vekirin. Welatiyan pirtûkên kurdî diyarî pirtûkxaneyê kirin. Ji bo pirtûkxaneyê muzîkjen Şêrko Kanîwar got; “Gelek nivîskar û rewşenbîrên me yên hêja hene. Lê piştî ev kes dimirin em bêhtir qedr û qîmet didin wan. Beriya ku li jiyanê ne em zêde qedrê wan nagirin. Ji ber vê yekê me navê helbestvan Ehmedê Huseynî li pirtûkxaneyê kir ku ew hêjî li jiyanê ye. Bi vî awayî li hember ked û xebatên wî yên di warê helbesta Kurdî de me ev pirtûkxane diyariyê wî kir.” Em bibîr bixin ku kampanyaya pirtûkan a ji bo Pirtûkxaneya Ehmedê Huseynî dewam dike û kesên bixwazin dikarin pirtûkên bi Kurdî diyariyê pirtûkxaneyê bikin.

Piştî vekirinê kursiyerên Zarok MA'yê stranên kurdî gotin û piştre jî JIN MA’yê stran gotin. Şahî bi stranên Newrozê û govendê bi dawî bû.

Xebatên me yên li Sûrê hêviyeke nû ye

Perwedekara Çand Ma'yê Sarya Ertaş jî da zanîn ku ew bi çalakiyên hunerî û çandî li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, li dijî hewldanên jiholêrakirina çand û hunera Kurdî têdikoşin. Ertaş da zanîn ku li Sûrê cih ji zarokan re nehatiye hiştin û hewl tê dayîn ku ev zarok ji çanda xwe dûr bên xistin û got: “Bingeha çand û dîroka kurdan li vir hat avêtin. Lê mixabin niha dixwazin wê bikin navenda qirêjiya pergalê. Em dixwazin bi xebatên xwe pêşî li vê yekê bigirin. Gelê vê derê 7-8 sal in ji xebatên çandî yên bi vî rengî bêpar maye. Ev der ji bo zarokan bûne cihekî ne ewle û em dixwazin bi xebatên xwe vê rewşê ji holê rakin. Xebata me ji bo hemû malbatên li vir bûye hêviyeke nû."

Piştevaniya me bikin

Sarya Ertaş da zanîn ku li Çand Ma’yê xizmet bê pere ye û got; “Yên ku wextê wan tune be jî dikarin bên vir û çayekê vexwin û piştgiriyê bidin me. Armanca sereke ya hemû çalakiyên me kêfxweşiya wan e. Yên ku derfetên wan ên aborî hene dikarin piştgiriyê bidin me. Ev alîkarî dibe ku piştgirîya madî be. Di her mijarê de piştgirî dikare were dayîn.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.